Qeyûm bostan jî hişk kir

  • jin
  • 09:24 9 Kanûn 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Cîgira Şaredariya Akdenîzê ya berê Sebahat Gençtarîh diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re gelek xebat û plansaziyên jinan hatine rawestandin û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûm re bostanên ku me ji bo jinan plansaziya wan dikir hişk bûn." 

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î hat kirin gelek xebatên jinan jî hatin rawestandin. Cîgira Hevşaredariya Şaredariya Akdenîzê ya berê Parêzer Sebahat Gençtarîh ku piştî tayînkirina qeyûm ji peywirê hat dûrxistin û endamtiya wê ya meclîsê hat cemidandin, behsa guherînên di xebatên jinan de yên piştî tayînkirina qeyûm kir. 
 
Gençtarîh, diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm xebatên wan ên kooperatîfî yên di bin banê şaredariyê de jî hatine sekinandin û ev tişt gotin: "Rêveberiyên herêmî ne wek qadên din in. Tevî ku derfetên we kêm in jî, lê ew qad e ku çavê gel li we ye. Me pergala hevserokatiyê disepand. Lê feraseta hevserokatiyê ne ew tişte ku wa mêrek heye bila jinek jî hebe temam e. Bendewariya me ya ji pergala serokatiyê ev e ku wê newekheviya di navbera zayendan de ji holê bê rakirin û ji nû ve ew keda jinê xuyangtir bibe." 
 
Gençtarîh dest nîşan kir ku li cîhanê tekane partî DBP ye ku pergala hevşaredarîtiyê disepîne. Gençtarîh diyar kir ku wan bi pergala hevserokatiyê re ewil li şaredariyê meclîseke jinan ava kiriye û ev tişt gotin: "Tenê jinê ne di çarçoveya hevserokatiyê de, me jinên ku di qedemeyên jêr de jî dixebitin daxilî rêveberiyê kir û me xwest bibe xwedî gotin û em sûdê ji fikrên wê wergirin."
 
Gençtarîh, anî ziman ku ji ber ew cîgirê hevşaredar bû, ji nêz ve bi Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan re eleqedar dibû û beriya qeyûm bê tayînkirin wan ji bo jin di warê aboriyê de serbixwe be dest bi hin xebatên kooperatîfî kiribû, lê belê bi tayînkirina qeyûm re ev xebat hatine rawestandin. Gençtarîh got ku wan baxçeyên lewenteyan çê kiriye û ev tişt gotin: "Me lewente çand û me li van baxçeyan sabûn, qolonya hildiberandin û li gel vê plansaziyên me yên ku em kooperatîfên jinan çê bikin hebûn. Heta em çûn Antakyayê û me bi bi fabrîkayekê re hevdîtin çê kir. Wê jin bi hilberandina sabûn û qolonyayê bibûnan xwedî kar û wê di warê aborî de xwebaweriyek wan çê bibûna, lê bi tayînkirina qeyûm re ev tenê wek plansaziyê ma." 
 
‘BOSTANÊN ME HIŞK BÛN' 
 
Gençtarîh diyar kir ku her wiha xebateke wan a ji bo çêkirina bostanan jî hebû û wiha domand: "Me hewl dida ku em baxçeyên biçûk ên organîk çê bikin. Li gel vê em difikirîn ku em mêwefiroşiya gel jî çê bikin. Heta ji bo mêwefiroşiyê li cem xerat me hin xebat dabûn destpêkirin. Berî qeyûm bê tayînkirin me li baxçeyên xwe yên organîk îsot, firingî, nane û bexdenûz çandibûn. Me yê bi vê projeyê bêyî bedêl debara malbatên ku rewşa wan a aborî nebaş bikirana. Lê li gorî agahiyên bi dest me ketin bi tayînkirina qeyûm re baxçeyên me yên lewenteyan, îsot û firingiyan hişk bûne." 
 
Gençtarîh diyar kir ku bi taybetî bi girtina Bazara Keda Jinê jinên yoruk, elewî, kurd û tirk hatine mexdûrkirin û ev tişt gotin: "Hêla hevpar a van jinan dikaribûn hilberînin û keda xwe binirxînin. Bêyî tu zirarek wê hebe hat girtin." 
 
Gençtarîh, anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm re hemû plansazî û destkeftiyên jinan tune hatine hesibandin û ev tişt gotin: "Hebûna jinê mêran nerihet dike. Mantiqa dewletê û ya mêr heman tişt e. Mêr naxwaze jinê dengê bê bihîstin, naxwaze peywira wan wek hev be. Cihê ku jin lê be bêehlaqî, gendelî tune ye. Siyaseta jinê çi dibe bila bibe dirustî û wijdaniyeke ku ji binyataê jinê tê heye. Helbet jinên ku bi feraseta mêr tev digerin jî hene. Sedema ku qeyûm berhêlî jinan dibe, nêrîna îktîdarê ya ji bo jinan e. Ji ber profîleke jina divê li malê li zarokê xwe binere, taeta xwe bike û xizmetê ji bo hevjînê bike dixwazin, jinê ji her qadê dûr dixin." 
 
MA / Berivan Altan