Kartên piştevaniyê şandin girtîgehê

  • jin
  • 14:37 17 Kanûn 2019
  • |
img
ÎZMÎR – Parêzvanên mafên mirovan ên jin, kartên piştevaniyê ji jinên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan girtî re şandin. 
 
Endamên Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Mafên Miriovan de kartên piştevaniyê ji jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ne re şandin. Parêzvanên mafên mirovan ên jin li ber postexaneya navçeya Konaka Îzmîrê kom bûn û beriya kartan bişînin daxuyaniyek kurt dan. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên jin û xwest dayikên girtî werin berdan. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan li postexaneyê kartên piştevaniyê şandin.