Hosteya donerê: Qewetê ji keçên xwe digirim

  • jin
  • 09:08 27 Mijdar 2019
  • |
img

ERZIROM - Naîme Erkmen a donervan, anî ziman ku divê jin bi xwe bawer bin û got: "Ên zêde destekê didin min keçên min in. Ez qewetê ji wan digirim." 

Li Erziromê, tekane hosteya donerê ya jin Naîme Erkmen a 53 salî ye. Erkemn li Kolana Saray Bosnayê aşxaneyek vekiriye û tevî 3 jinan dixebite. Erkemn, bilêv kir ku divê jin hay ji qeweta xwe hebin û pê bawer bin. Erkmen, diyar kir ku bi salan li aşxane û kantînên dibistana xebitiye û got, li ser daxwaza her sê keçên xwe aşxaneyek vekiriye. 
 
Erkemn û hevjînê xwe 19 sal berê dev ji hev berdane û ji bo debara zarokên xwe bike bi salan xebitiye. Erkmen, anî ziman ku gava li dibistanan dixebitî, li ser daxwaza xwendekaran dest bi jêkirina donerê kiriye û bi tena serê xwe hîn bûye. Erkmen, diyar kir ku li aşxaneya xwe ji bo sazî û kargehan jî xwarinê çê dike û got, ligel donerê îprax, mantî û tirşikê jî çê dike. 
 
Erkmen, destnîşan kir ku di vî warî de herî zêde keçên wê destek dane wê û got: "Keçên min digotin, 'dayê wê li te bê.' Ez qeweta xwe ji wan digirim. Ez ji wan re tim dibêjim gere mirov xwe bi xwe li ser piyan bisekine. Dixwazim jin bixebitin. Dikarin bi tena serê xwe li ser piya bisekinin. Em bihêz in. Divê em hay ji hêza xwe hebin. Bila li malê nesekinin, hilberînin." 
 
Erkmen, da zanîn ku 5 meh berê aşxneya xwe vekiriye, lê belê dîsa jî ji ber krîza aborî zehmetiyan dikişîne û got: "Ez û 3 hevalên xwe yên jin dixebitin. Dixwazim jin bixebitin. Wisa bawer dikim ku ji bo zarokên xwe jî dibim mînak. 19 sal berê min û hevjînê xwe dev ji hev du berda û niha bi tena serê xwe li ser piya disekinim." 
 
MA / Dîndar Karataş