Rapora ÎHD'ê ya li dijî tundiya jinan: Li herêmê di salekê de 54 jin hatin kuştin

  • jin
  • 14:45 25 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - ÎHD'ê, di rapora Tundiya li Ser Jinê de diyar kir ku 16 jinan întîhar kiriye, 54 jin hatin kuştin û 13 jin jî bi awayekî şik mirî hatine dîtin. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora tuniya li dijî jinan a salekê ya li herêmê pêk hatiye aşkere kir. ÎHD'ê rapor li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê, Ezgî Silademîr, diyar kir ku her rojê 3 jin tên qetilkirin û wiha got: "Di 2019'an de li Amedê 4 jin bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
 
Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Derya Yildirim jî rapora ÎHD'ê ya bi ser navê “Rapora Tundiya li dijî Jinê ya Herêma Başûr û Rojhilatê Başûr a di navbera 25'ê Mijdara 2018'an û 25'ê Mijdara 2019'an de" xwend. Yildirim, diyar kir ku piştî şerê Sûriyeyê di sala 2011'an de dest pê kir, nêzî 5 hezar jinên Êdizî ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin û aqûbeta 3 hezar jin jî hêj ne diyar e. Li nêzî herêma Baguzê ku ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin, gora komî ya zarok û jin lê defin kiribûn hat ditin. 
 
JI 600 WEKÎLAN TENÊ 102 JIN IN
 
Yildirim, diyar kir ku li gorî rapora Wekheviya Zayendî ya 2018'an a Fona Aborî ya Cîhanê Tirkiye de nava 149 welatan de di rêza 130’emîn de ye û wiha got: "Siyaseta heyî ya Tirkiyeyê wekheviya zayendî esas nagire. Di polîtîkayên heyî de jinê mahkûmî karê malê dikin. Li malê hepis dike. Hewl dide ku ji jiyana civakî û şertên wekhev dûr bixe. Li Meclîsê 600 parlamenter hene. Tenê 102 parlamenter jin in. Wêneyê meclisê aşkere rewşa welat a newekheviya zayendî nîşan dide. Mêr polîtîkayê jinan diyar dike. Jinên di nava siyasetê de cih digirin jî ne xwedî vîn û biryar in. Li pişt tên hiştin. 
Dîsa li qadek ku jin rastî tundî û binpêkirina mafan tên girtîgeh in. Li girtîgehan hem rayedarên girtîgehê û hem jî li nexweşxane û dadgehê jin rastî tundiya rayedaran tên. Der barê tu kesên ku tundiyê li ser jinan dike jî lêpirsîn û doz venabe."  
 
JIN BÊTIR RASTÎ TUNDIYA POLÎSAN TÊN 
 
Yildirim, di dewama raporê de anî ziman ku piraniya jinên Trans li gelek qadan rastî tundiyê tên û wiha got: “Ji 104 jinên tev li lêkolîna ku Komeleya Piştevaniya LGBT'ê ya Lambdaistanbul a sala 2010'an bûn, ji sedî 89'ê wan diyar kirin ku rastî tundiya polîsan hatin e. Dema neheqî û çêr jî lê bê zêdetirin ev tundî digêje ji sedî 97’an. Ji sedî 77’ê jinan rastî tundiya zayendî hatine. Ji sedî 86’ê jinan di bin çavan de dema rastî tundiyê hatin qeydê wan nehatiye girtin. 
 
LI HERÊMÊ 54 JIN HATIN KUŞTIN
 
Di salekê de li herêmê 16  jin bi întîharê jiyana xwe ji dest dan. Li herêmê 54 jin hatin qetilkirin. 13 bi awayekî şik kuştî hatin dîtin. 61 jin birîndar bûne. 9 jin jî rastî tundiya zayendî hatine. Li Riha 8, li Amedê 7, li Dîlokê 6, li Gurgumê 5, li Êlihê 4, li Meletiyê 4, li Mêrdînê 3, li Îdîrê 1, li Xerpêtê 3, li Dêrsimê 3, li Agiriyê 3, li Erziromê 2, li Wanê 1, li Bedlisê 1, li Şirnexê 1, li Çewlikê 1 û li Colemêrgê 1 bi giştî 54 jin hatin kuştin. 
 
Disa li Êlihê 1, li Erziromê 1, li Erzînganê 2, li Colemêrgê 2, li Dîlokê 1, li Meletiyê 2, li Amedê 2, li Erdexanê 1 li Sêrtê 1  bi giştî 13 jin mirî hatin dîtin.