Jinan bertek nîşanî tundiya zilaman dan

  • jin
  • 15:12 5 Kanûn 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê jinan bertek nîşanî revandina xwendekara zanîngehê Zelal Topçul a ji mînîbusê dan û diyar kirin ku dê li dijî tundiya zilam xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. 

Platforma Jinan a Mêrsînê, ji bo xwendekara zanîngehê ya di 3’yê Kanûnê de ji mînîbusa lê sîwar bû hat revandin û di operasyona hat lidarxistin de, hat dîtin Zelal Topçul, li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristî (SES) a Mêrsînê civîna çapemeniyê lidarxist. Li ser navê platformê Endama Platforma  Jinan a Mêrsînê Canan Yuce axivî û wiha got: “Bi zanebûna  xwişkîtiya jinan, medyaya civakî ev bûyer eşkere kir û Zelal Topçul hat dîtin. Di encamam têkoşîna rêxistinên jinan de Topçul rizgar bû.”  
 
Yuce, da zanîn ku gotinên desthilatdariyê tundiyên li ser jinan bi cesaret dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergala desthilatdar, qanûnên jinan di pileya duyemîn de dibîne hene pêş dixe. Li dijî desthilatdariya siyasî ya vîna jinê tune dihesibîne em têdikoşîn û piştevaniyê mezin dikin. Dê jin li dijî hemû tundê û êrîşan xwe bi rêxistin bikin. Li koçe, mal, kar û hemû derê dê daxwazên xwe bînin ser ziman û vê yekê bidomîn in.”