Jinekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 14:28 5 Kanûn 2017
  • |
img

RIHA – Hat îdiakirin ku li Rihayê jina ciwan Ayşe S. întîhar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. 

Hat îdiakirin ku li navçeya navendî Eyyubiye ya Rihayê jina ciwan Ayşe S. a nêzî 20 salî jehra mişkan xwariye û întîhar kiriye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin jina ciwan duh êvarê li odeya xwe bi awayekî hiş jê çûye hat dîtin û malbatê wê rakiriye nexweşxaneyê. Li gel hemû mudaxeleyên dibî jina ciwan nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.