Li Şemrexê jin li dijî tundiyê li hev civiyan

  • jin
  • 15:10 11 Mijdar 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Li Şemrexê, jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Jinê  li hev civiyan bûn. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê û Şaredariya HDP’ê ya Şemrexê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Jinê li hev kom bûn. Jin li Navenda Jinan a Sarya ya di sala 2016’an de, ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin û piştî hilbijartina herêmî ya 31’ê darê ji aliyê rêveberiya HDP’ê ve ji nû ve hat vekirin de, civiyan. Jinan li navenda jinê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nîqaş kirin.
 
Hevşaredara Şemrexê Nalan  Ozaydin, dest pê kê girtina Navenda Jinan a Sarya bibîr xist û wiha axivî: “Navenda Jinan ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin. Lê me dîsa vekir û em niha li heman cihê li hev kom bûne. Ji bo parastina destkeftiyên jinan emê bi hevre têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo ku em hemû pêdiviyên jinan pêşwazî bikin, em xebatên xwe dewam dikin.”
 
Dûre Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Eylem Amak, bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û wiha got: “Em jin emê bi hevre bimeşin. Di encama têkoşîna xwe de emê dawî li gelek polîtîkayên tundiyê yên li dijî jinê bînin. Qeyûman tayînî şaredariyên HDP’ê dikin û dixwazin bi vî awayî aqlê zilam pêş bixin. Ji xwe di hedefên dest pê kê yên qeyûman de saziyên jinan hene. Emê li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Piştî axaftinan, jinan daxwaz û pêşnariyên xwe anîn ziman û dûre civîn bi dawî bû.