Jin ruh didin keviran

  • jin
  • 09:08 2 Mijdar 2019
  • |
img

QERES - Jinên tevlî qursên Şaredariya Qersê bûn, bi keviran û hevîrê seramîkê dikin pitik. Jin pitikan bi motîfên deverî çê dikin. 

Jinên tevlî qursên destkariyê yên Şaredariya Qersê bûn, bi keviran pitikan çê dikin. Jin, bi keviran û hevîrê seramîkê pitikan çê dikin. Pitikan bi motîfên deverî çê dikin.  Jin, bi keviran gewde, serî û lingên pitikê çê dikin. Paşê keviran bi hevîrê seramîkê diseyînin û boyax dikin. Jin keviran bi kincên deverkî dikin pitik. Perwerdekara kursê Akaslan, behsa çêkirina pitikan kir.  Akaslan, diyar kir ku karê wan 15 rojan dewam dike û got: "Pitik bi kevirên behrê tên çêkirin. Du lingên wan, gewdeyek wan û seriyek wan heye. Pêşî em îskeletê çê dikin. Paşê em hevîrê xwe yê seramîkê amade dikin û li karaktera xwe dikin. Qederekê ji bo ziwabûnê tê sekinandin. Piştî ziwa dibe, tê boyaxkirin û nexşkirin. Herî dawî serçavê wê tê nexşkirin. Hema bêje 15 rojan dewam dike." 
 
ELEQEYA JI BO KURSÊ 
 
Akaslan, anî ziman ku eleqeya ji bo kursê baş e û got, 18 jinên du meh û nîvan hatin kursê niha pitikan çê dikin û bi van pitikan jî qezenc dikin. Akaslan, da zanîn ku li kursê ji xeynî çêkirina pitikan kursên enxşandina têfkan, boyaxkirina textan, şewitandina textan, sêwirandina keviran, çêkirina kilîdankan û kevaneka pirtûkan jî hene. Akaslan, got: "Eleqeya ji bo kursan pir baş bû. Bi rastî jî karekî zehmet e, lê berên pir xweşik hatin çêkirin."