'Pakêta duyemîn a darazê xespkirina destkeftiyan e'

  • jin
  • 19:51 1 Mijdar 2019
  • |
img
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, diyar kir ku tundî girêdayî polîtîkayên şer yên dewletê ne û bal kişand ser pakêta darazê ya duyemîn. Kaya, destnîşan kir ku pakêta duyemîn a darazê xespkirina maf û destekeftiyan e û got: "Em bang dikin ku em ê bi hemû rêxistin û hêza xwe li hemberî vê pergalê bitêkoşin." 
 
Komeleya Jinan a Rosa têkîldarî Paketa Darazê ya duyemîn û komkujiyên jinan li Kolana Hunerê ya Semta Ofîs a navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek da. Parlementerên HDP'ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn, Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û endamên Komeleya Jinan a Rosayê beşdarî daxuyaniyê bûn. Berî axaftinê beşdarvanan dirûşmên 'Kuştina Jinan Polîtîk e' û 'Jin Jiyan Azadî' berz kirin.
 
Di daxuyaniyê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, diyar kir ku di rojên nexweş de derbas dibin û got: "15 roj berê li Erxeniyê hevjînê Gullu Yilmazê xwest wê bi benzînê bişewitîne. Lê ji bo zarokên wê zirarê nebînin Yilmazê xwe di şaneşîna malê de avêtiye erdê û bi giranî birîndar bûye. Mixabin piştî 12 rojên tedawiyê Yilmazê jiyana xwe ji dest da. Li gel ku biryara parastinê ya ji bo Yilmazê hebû, dîsa jî jiyana xwe ji dest da û bû yek ji wan jinên nehat parastin. Em careke din dibînin ku sazî û dezgehên edlî yên pergalê peywira xw ebi cih neanîn û ji bo kuştina jineke din çavên xwe girtine." 
 
'EM Ê LI HEMBERÎ VÊ PERGALÊ TÊBIKOŞIN'
 
Kaya, bibîr xist ku dîsa hefteyek berê li Mêrdînê jinek tevî dayika xwe hatiye kuştin û ew jî bi heman awayî nehatiye parastin. Kaya, got: "Li Amedê di şeş mehên dawî de 4 jin ji aliyê hevser, hezkirî an jî ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatine qetilkirin. Dîsa jinên ku li her derê Tirkiyê hatine qetilkirin ji wan jinan e ku pergalê ew neparastine. Em careke din bang dikin ku em ê bi hemû rêxistin û hêza xwe li hemberî vê pergalê têbikoşin."
 
'GIRÊDAYÎ POLÎTÎKAYA ŞERÎ YA DEWLETÊ YE' 
 
Kaya, da zanîn ku ev tundî girêdayî polîtîkayên şer yên dewletê ne got: "Pakêta darazê ya duyemîn bi taybetî ji bo maf û destkeftiyên jin û zarokan xesp bike hatiye derxistin. Ev cara sisêya ye ev qanûn tên pêşberî me. Em ê careke din bikin ku bi paş ve gav bavêjin." Kaya, dest nîşan kir ku gotina 'kuştina jinan polîtîk e' careke din tê piştrastkirin û got: "Em bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku bi hev re li hemberî van polîtîkayan bisekinin." Kaya, da zanîn ku agahiyên îstîsmarkirina zarokan ji aliyê Wezareta Dadê ve ji raya giştî re hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê ew agahî demildest ji raya giştî re werin parve kirin."
 
Kaya, bibîr xist ku danişîna Parêzer Muzeyyen Boylû ku hevserê wê ew kuştibû di 4'ê Mijdarê de ye û got: "Em ji bo piştevaniyê bang li hemû sazî û jinan dikin. Dîsa di 22'yê Mijdarê de danişîna Merveyê heye em ê wê jî bişopînin. Em bang li her kesî dikin ku ev bên şopandin û li hemberî polîtîkayên bêcezakirinê dengê xwe bilind bikin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên 'Jin Jiyan Azadî', 'Zarok bêdeng dibe tu bêdeng nebe', 'Destên dirêjî jinê dibin bişkên' û 'Bijî Piştevaniya Jinan' qediya û girse belav bû.