Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene

  • jin
  • 14:48 25 Mijdar 2017
  • |
img

WAN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji mitînga Wanê re peyam şand û got: “Li her koşe û navendê li dijî dijminên jinan û desthilatdarên zalim, bi hişmendiya xwişk û yên bi çalakiyê dimeşin, yên cengê dikin yên bi serketî hene. Em hene.” 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag peyam şand ji mitînga bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li Wanê hat lidarxistin. Yuksekdag hemû jinên li dijî zilm û zextan li ber xwe didin silav kir. 
 
'JI NAV ÇAR DÎWARÊN TUNDIYÊ’ 
 
Yuksekdag di peyama xwe de wiha got: “Ez vê nameyê ji mekanek ku bi her awayî di bin tundî û ewelehiya dewletê de dişînim. Girtîgeh navendên îşkenceya li dijî jinan û civakê ye. Yên me hevs kirin û bi vê riyê tundiyê ferz dike tenê bi vê yekê sînor namînin. Îro li her qadê jiyanê li jinan veguherandine girtîgehê. Dewlet ji ber polîtîkayên xwe tunekirinê polîtîkaya şer û tundiyê li ser jinan û civakê ferz dike. 
 
‘EM HENE’ 
 
Li her koşe û navendê li dijî dijminên jinan û desthilatdarên zalim, bi hişmendiya xwişk û yên bi çalakiyê dimeşin, yên cengê dikin yên bi serketî hene. Em hene. Hemû êrîşkar bi destê desthilatdariya AKP û qesrê tundiyê li ser jinê didin meşandin. Wê hêrsa jinan vê tundî û hemû êrîşan têk bibe. Ez carek din hemû jinên li qada li dijî tundiyê li ber xwe dide silav dikim.” 
Mitîng bi axaftin û strîna stranan berdewam dike.