Meclisa Jinan a HDP’ê: Şerê li dijî faşîzmê xwedîderketina jiyanê ye

  • jin
  • 13:38 25 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a  HDP’ê der barê 25'ê Mijdarê de daxuyanî da û diyar kirin ku, “Şerê li dijî faşîzmê tê wateya xwedîlêderketina jiyana me jinan.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi bonaye 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclîsa Jinê, diyar kir ku tundiya zilam koçeyan,  şevan, qadên jiyanê li jinan teng dikin û vedugeherînîn dojehê û bi piştgiriya desthilatdariya AKP'ê her roja derbas dibin bi hovî tevdigerin. 
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
 
"Rejîma faşîst êrîşî Mîrabalan kir. Bersiva vê êrîşê kir ku têkoşîn bibe tiştekî dîrokî. Jinên ji bo azadiyê hatine gel hev têkoşîna Mîrabalan ji erdnîgariyekê dibin erdnîgarekê din de,  ji dîrokan radiguhêzînin dîrokeke din. Li her aliyê cîhanê em ji bo azadiya xwe bibin yek. 
 
Tundiya zilam a ku jiyana jinan teng dike û piştgiriya desthilatdariya AKP’ê roj bi roj hov dibe. Di vê serdemê de serîhildana li dijî faşîzmê tê wateya xwedîderketina jiyana xwe. Ji bo serîhildana li dijî tundiya zilam û dewletan em bi hemû zimanî bibêjin bijî  berxwedana jinan.”