Têkoşîna jinên Reqqa azad kirin kir fîlm

  • jin
  • 13:58 23 Mijdar 2017
  • |
img

REQQA - Rojnameger Nazim Daştan, bi navê “Jinên meşiyan paytexta tariyê" ji têkoşîna jinên Kurd, Erep, Xirîstiyan û Êzidî yên di Cenga Mezin a Reqqa de şer kirin û Reqqa ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin, kurte fîlm amade kir. 

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Nazim Daştan ku operasyona Cenga Mezin a ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li Reqqa li dijî li dijî DAIŞ'ê meşand dişopand, têkoşîna jinên di şer de cihê xwe girt kir kurte fîlm. Daştan, dîmenên di têkoşîna jinên Kurd, Ereb, Êzîdî, Xirîstiyan ên li dijî DAIŞ'ê ku Reqqa ji xwe re kiribûn paytext, kişandibû komî ser hev kir û kurte fîlm amade kir. Kurte filma 2 roj beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya  li ser Jinan a Navnetewî hat amadekirin, çîrokên 9 şervanên jin ên di operasyonê de cih girtin vedibêje. Di fîlmê de jin bi bêdengî li objektîfê mêze dikin û bi awayekê jêrenivîs çîroka wan derbas dibe. Daştan, bi navê "Jinên meşiyan paştextê tariyê" kurte filma jinên Kurd, Xirîstiyan, Êzidî û Erep amade kir. Nav û çîrokên şervanên jin ên di filme de cih digirin wihane: 
 
Kîmmîe Taylor (Zîlan Dîlber): Taylor 2 sal berê ji Îngîlistanê derbasî Rojava bû. Di sêyemîn pêngava operayona Reqayê de cih girt. Toylar, heta azadiya Reqqa şer kir. Taylor ji Efrîqayê heya Latîn Emerîkayê, ji wir jî heya Çînê geriya. Herî dawî tev li şoreşa jinan a Reqqa bû. Taylor zimanê kurdî di nava têkoşîna jinên kurd de fêr bû. Heta dawî di cenga mezin a operasyona Reqqa de cih girt. 
 
Hêzda Şengal: Di ferman 73’an a Şengalê de dîl hat girtin. Şengal, li Mûsilê wekî kole firotin Reqqayê. 10 mehan li Reqqa hat girtin. Di nava 10 mehan de firotin gelek kesan. Di operasyona Şengalê de ji destê DAIŞ'ê hat azadkirin. Piştî hat rizgarkirin tev li Yekîneya Jinan a Şengalê (YJŞ) bû. Şengal bi dildari tev li YJŞ'ê bû û li dijî DAIŞ'ê şer kir. Bazara koleyan a jinên Şengalî lê dihatin firotin ji destê ADIŞ'ê azad kir. 
 
Sîya Welat: Piştî Reqqa ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagir kirin, ciwana 18 salî Siya Welat a Reqqayî neçar ma koçber bibe. Siya Welat 5 sal şûnde wekî şervan  vegeriya Reqqayê. Di operasyonê de cih girt. Welat, hem axa xwe û hem jî hevalên xwe ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar kir. 
 
Berfîn Kahraman: Ciwana 21 salî Berfin Kahraman ji Minbicê ye. 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de cihê xwe girt. Kahraman sala par piştî Minbic ji destê DAIŞ'ê hat azadkirin, Kahraman, tevî 3 xwişkên xwe tev li YPJ'ê bû û tev li Cenga Mezin a Reqqa bû. 
 
Silava Serbest: Şervana ciwan a 22 salî Silava Serbest ji Kobanê ye. Pişti Kobanê di sala 2014'an de ji destê DAIŞ'ê hat azadkirin, li dijî DAIŞ'ê tev li refê YPJ'ê bû. Ji wê rojê heta niha li dijî DAIŞ’ê şer dike. Serbest, di azadkirina Reqqa de cihê xwe girt. 
 
Sorxwin Goran: Şervana jin Goran, di gelek operasyonên li dijî DAIŞ’ê de cih girt. Goran, di operasyona li dijî DAIŞ'ê ya gundên Reqqa de birîndar bû. Piştî dermankirina wê bi dawî bû disa di cenga Reqqa de cihê xwe girt. 
 
Berivan Şengal: Şengal, ji bo jinên êzîdî yên di destê DAIŞ'ê de azad bike tev li cenga mezin bû. Şengal, di şerê giran de bi perçeyê hawanê ji serê xwe birîndar bû. Dermankirina Şengalê hêj berdewam dike. 
 
Varjin Êzdîxan: Varjin Êzdîxan a 22 salî di pêngava navîn a Cenga Mezin de cihê xwe girt. Li şûna Berivan Şengal ji Şengalê hat Reqqa ye. Li Reqqa gelek zarokên êzîdî ji destê DAIŞ'ê azad kir. Êzdîxan, di operasyona Reqqa de wekî şervana porsor a suîkastvan tê zanîn. 
 
Ronahî Amara: Wekî şervanek Ereb di operasyona Minbicê ji destê DAIŞ'ê hat azadkirin. Piştî hat azadkirin tev li YPJ'ê bû. Amara, piştî ji destê ADIŞ'ê hat azadkirin û tev li YPJ'ê bû ji bo jinên ereb ên dîl hatine girtin azad bike hat Reqqa.