Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin

  • jin
  • 17:14 22 Mijdar 2017
  • |
img

WAN - Jin, dê 25'ê Mijdarê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Parka Musa Anter mîtînga "Azadî dê bi ser bikeve" pêk bînin. Beriya mîtîngê Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk, daxuyanî da û got: "Em ne îteat dikin ne jî bîat dikin. Divê hemû jin di roja mîtîngê de tev li mîtîngê bibin. Tecrîda li ser Ocalan tecrida li ser jinan e. Divê jin dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin." 

Tevgera Jinên Azad (TJA) a Wanê, dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, li Parka Musa Anter a Aştiyê mîtîngê pêk bîne. Beriya mîtînga ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay tev lê bibe, parlamenterên HDP'ê yên jin Leyla Birlik, Aycan Îrmez û Endama Meclîsa HDP'ê Zelal Yerlikaya banga tevlêbûna mîtîngê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, diyar kir ku di 5 salên dawî de 409 jin rastî êrîşên zayendî hatine û 409 dozên hatine vekirin bê ceza mane. Bîrlîk, anî ziman ku tundiya li dijî jine pirsgirêka hemû Tirkiye ye û wiha got: "Em dê berxwedana xwe ya li dijî tundiya li ser jinan berdewam bikin. Em dê li dijî polîtikaya bê nasnametiyê berxwedana xwe berdewam bikin. Em dê lem li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hem jî li dijî tundiya li ser jinan dengê xwe bilind bikin. Ji roja maseya çareseriyê hat rakirin û şûnde tecrida li ser Birêz Ocalan giran bû. Sedema ku em di 25'ê mijdarê de bibin yek tecrîd û tundiya li ser jinan e. Ger ku tecrîda li ser Ocalan ranebe, dê tundiya li ser jinan jî berdewam bike. Dê jin, zarok, ciwan û hemû civak di bin tecrîdê de be. Dê di bin tundiyê de be. 
 
EM NE ÎTEAT DIKIN NE JÎ BÎAT DIKIN
 
Bîrlîk, destnîşan kir ku jin dê ne îteat û ne jî bîat bikin û dê her dem ji bo parastina mafê xwe tê bikoşin û wiha bi dawî kir."Tu mafê hikûmetê li ser tu bedena jinê tune ye. Em dê der barê xwe de bi xwe biryarê bidin. Hemû jinên mexdûr bûne, ji kar hatine avêtin, li kolanan mane û rastî tundiyê hatine divê di 25'ê Mijdarê de li Parka Musa Anter a Aştiyê tev li mîtîngê bibin û dengê xwe di mîtîngê de bilind bikin. Jinan li Rojava çawa şoreş pêş xist dê li vir jî şoreşê pêş bixin."
 
Parlamenter Aycan Îrmez jî anî ziman ku bi salan de bi destê dewletê şer tê meşandin û wiha got: "Di salên dawî de vîna jinan û vîna gelê kurd rastî êrîşên gelek dijwar hatin. Divê em êdî li kolanan bin. Divê em li vîn û azadiya jinê xwedî derkevin. Divê em li qadan bin. Divê em qêrîna xwe li kolanan û qadan bilind bikin. Em bang li hemû jinên Serhedî dikin ku tev li mîtîngê bibin." 
 
TECRÎDA LI SER OCALAN LI SER JINAN E
 
Endama Meclîsa HDP'ê Zelal Yerlikaya  jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin di heman demê de li ser jinan tê meşandin û xwest her kes li dijî tecrîdê û tundiya li ser xwe li mîtîngê dengê xwe bilind bikin."  
 
Mîtîng dê 25'ê Mijdarê roja şemiyê li Parka Musa Anter a aştiyê saet di 11.00'an de pêk bê.