KESK: 21 hezar û 409 jin hatin îxrackirin

  • jin
  • 14:45 21 Mijdar 2017
  • |
img

EDENE - KESK'ê aşkera kir ku bi KHK’an 21 hezar û 409 jin ji qada cemaweriyê hatin îxrackirin, hezar û 409 jin ji peywira wan a akademîsyeniyê hatin dûrxistin û der barê 10 hezaran jinên kedkar de lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin û li gelekan ceza hatiye birîn.

Jinên endamê Platforma Şaxên Edenê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şideta li ser Jinê, li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakê û Tenduristiyê (SES) civîna bi sernavê "Qanûna muftîtiyê bê hukum e, bila paşve bê kişandin" pêk anî.
 
Daxuyanî Sekretera Jinên SES'ê Sîbel Yildiz xwend û aşkera kir ku qanûna fuftîtiyê binpêkirina mafan e û xwest vê bêhiqûqiyê li dijî jinan nekin. Yildiz bal kişand ser kuştinên jinan jî û piştrast kir ku tenê di 10 mehan de 242 jin hatine qetilkirin û wiha axivî: "Di 10 mehê sala 2017'an de 242 jin û zarokên keç ji hêla mêran ve hatin kuştin, 77 jin bi îstismara zayendî re rû bi rû man, 207 jin hatin tacîzkirin, 286 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man. Lê ev tenê rêjeya di çapemeniyê de hatiye diyarkirin e, rastî ji vê gelekî zêdetir e."
 
Yildiz got ku "21 hezar û 409 jin ji qada cemaweriyê hatiye îxrackirin" û wiha pê de çû: "Ji van hezar û 409 akademisyen in û der barê 10 hezaran jinên kedkar de lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin û gelek ji wan ceza li wan hatiye birîn. Qeyûm tayînê 91 şaredariyan kirin. Icada wan e destpêkê girtina saziyên jinan bû. Hevşaredarê, wekîl, rojnameger û aktivîstên mafên jinan hatin girtin. Bi KHK'ê 11 komeleyên jinan û komeleyeke zarokan hat girtin. Em careke din li vir bang dikin ku bila Nuriye Gulmen bes bê girtin, di serî de Nuriye û Semîh, bila hemû kedkarên ji kar hatine avêtin dîsa îadeyê kar bên kirin."
 
Yildiz herî dawî aşkera kir ku ew ê tu carî ji desthilatdariya AKP'ê ya 15 salan re serî netewînin û li dijî OHAL û KHK'an têkoşîna xwe mezin bikin û polîtîkayên faşîst qebûl nekin.