13 salin li dijî tundiyê têdikoşe

  • jin
  • 09:14 20 Mijdar 2017
  • |
img

WAN - Songul Denîz serî li VAKAD’ê da, bi çalak di qadê de xebitî û bi çîroka xwe îlham da bi sedan jinan. Denîz, diyar kir ku 13 salin bi 2 keçên xwe re li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin. 

 Piştî qetilkirina Xwuşkên, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî, ji bo hemû jinên cîhanê bû destpêkeke dîrokî ya hevpar. Li Tirkiyeyê jî mînakên jinan ên li dijî tundiyê têkoşiyayîn pirin. Ji van jinan yek jê Songul Denîz a 45 salî Seroka Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku bi biryara KHK’ê hat girtin e. Denîz 13 salan zewicî dimîne û di aliyê derûnî de rastî tundiya hevjînê xwe tê. Denîz bi 3 zarokên xwe ve piştî VAKAD’ê nas dike, bi hêz dibe. 
 
Denîz li qadê dinava bajêr de 13 salên xwe bi naskirina jinan re derbas dike û bi demê re bi 2 keçên xwe re tevlî xebatên komeleyê dibin. Denîz, diyar kir ku aktîvîstbûyîn bi tu sazî û demê ve ne girêdayi ye. Denîz da zanîn ku piştî komele hat girtin, wê navber neda têkoşîna xwe û têkoşîna xwe xurtir kir. 
 
‘JI BO MIN TIM TUNDÎ HEBÛ’
 
Denîz, bi  gotina “Min destpêkê di jiyana xwe de şoreş avakirin” dest bi çîroka xwe kir û wiha pê de çû: “Di 18 salî de ez zewicîm û bi zarokên xwe re mezin bûm. Min hemû zoriyên jiyanê bi tena serê xwe re derbas kirin. Çîrokeke min a tevlî hemû keyfxweşî û xemgîniyên bi hezaran jinan bûyî heye. Ji ber ku min bi wan re dest bi têkoşîna jiyanê kir. Di salên ez zewîcî de, di aliyê jinan de hesas bûm. Hevjînê min subay bû û jiyana min ji jiyana jinên din ne cûda bû. Tundî û bê mafî li min hat kirin. Rojekê min ji hemû tiştî re got ‘êdî bese’ û ez ji malê derketim. 3 zarokên min ên biçûk hebûn. Ez bi wan re vegeriyam bajarê xwe Wanê.” 
 
‘JI BO PÊŞEROJA JINAN XEBITÎM’ 
 
Denîz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Berî 10 salan ez ji hevjînê xwe veqetiyam û hatim Wanê. Derûniya min ne baş bû û nexweş bûm. Lê êdî min biryar dabû û ketibûm rêyek jêveneger. Gava mirov bi tenê be tenê mirov xwe diparêze. Dema min VAKAD naskir, ez pir xemgîn û nebaş bûm. Ji bo kar bibinim, hevalên min berê min dan komeleyê. Lê ji bo kar bibînin min serî li komeleyê neda. Li komeleyê heya demekê min alîkariya derûnî dît. Rojekê min kincên xweşik li xwe kirin û min ji derûnasa xwe re got ‘Ez xwe baş dibînim, êdî dixwazim ji bo jinên din bixebitim.’ Ji wê rojê û şûn de bi tena serê xwe li ser piyan mam û ji bo pêşeroja jinan xebitîm.”
 
‘ŞOREŞ DI JIYANA MIN DE AVA BÛ’
 
Denîz, da zanîn ku li komeleyê bi salan wê xebatên cûda bi hev re meşandin û wiha pê de çû: “Serê sibê min kurê xwe dişand dibîstanê. Min karê malê zû diqedan û diçûm VAKAD’ê. Carnan rojekê min an li gund an jî li navçeyê derbas dibû. Gelek caran li qereqolê û gelek caran li nexweşxanê bûm. Gelek çîrok û bîranên tu carî ji bîr nakim gel min çêbûn. Rojekê bi jinan re em dikeniyan, zilamek hat û ji me re got ‘hûn çima diken in?’ Bi fikirin, em behsa hişmendiya zilam a tehemûla wê ji kenê jinan re jî tuneye dikin. Cardin bûyera Dîlek Ozîster a li Wanê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin û li dû xwe 4 zarokên xwe hiştin ez gelekê bandor kirim. Tevlîbûna jinan a têkoşînê di asta şoreşê deye. Min ev yek di jiyana xwe de pêk anî.”
 
‘DI HEMAN TÊKOŞÎNÊ DE 3 JIN’
 
Denîz axaftina xwe wiha domand: “Kesên li min mêze dikirin, ji min  re digotin ‘te bawerî bi çi anî tu bi 3 zarokan re hatî.’ Di her çalakiyeke jinan de baweriya min bi min zêdetir hat. Piştî çend salan xebitîm, min du keçên xwe jî tevlî xebatên komeleyê kirin. Bi vê yekê ew jî bûn aktîvîstên VAKAD’ê. Her du keçên min bi çîrokên jinan re mezin bûn. Em her 3 jin ji derdora xwe re  bûn mînak. Berî komele bê girtin em gelek jin bûn. Êdî karê me ji yê berê zêdetire. Her ku em bêdeng bimîn in, dê tundî tu carî kêm nebe. VAKAD çil caran jî bê girtin dê aktîvîstiya min dewam bike.”
 
‘HÎNA JÎ JIN SERÎ LI ME DIDIN’
 
Denîz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser girtina komeleyê re du sal derbas bûn. Jinên rastî tundiyê tên hîna jî serî li me didin. Di nava vê pêvajoyê de em alîkariya derûnî, aborî û hiqûqî didin wan. Em dozên jinan û îstîsmarê dişopînin. Ez yek ji parazvanê mafê mirovame, komele û saziyên me bên girtin jî dê ev têkoşîn bidome. Hêviya jinan ji me heye. Bi sedan jin li ser medyaya civakî, hin caran li parkan û rawestgehên otobusan tên alîkarî ji min dixwazin. Di nêrîna min de hemû jin bihêzin, ger bixwazin dikarin hemû zoriyan derbas bikin. Dibêjim bila bihêz û cesûr bin. Ji bo mafê xwe biparêzin, bila têbikoşin. Ez hêvî dikim ku 25’ê Mijdara îsal ji bo hemû jinan cîhaneke bê tundî û xwespartinê bîne.”