‘Di avakirina civaka demokratîk a Ocalan de jin pêşeng e’

  • jin
  • 09:31 18 Mijdar 2017
  • |
img

EDENE - Endama Desteya Rêvebir a Akademiya Jinan Fîgen Aras, diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de jin azad e, pêşeng e û vîn e. Aras got ku ev yek jî nîşan dide ku ka jin çi qasî li hemberî tecrîdê ne. 

18 sal in Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdeke giran de ye û gelek derdorên civakê bertek nîşanî vê tecrîdê didin. Bi taybetî jî jinên kurd ku diyar dikin azadiya Ocalan azadiya wan e, ji bo şermezarkirin û şikandina tecrîdê bi dirûşmeya “Wê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve” çalakiyên cur bi cur li dar dixin û dê ev bernameya wan a çalakiyan heta 25’ê Mijdarê bidome. 
 
Endama Desteya Rêvebir a Akademiya Jinan û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Aras balê kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û girîngiya wî. 
 
Aras, anî ziman ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek jin tecrîda ku li ser Ocalan tê sepandin, wek ku li ser azadiya wan tê sepandin dibînin. Aras, diyar kir ku çimkî bîrdoziya rizgariya jinê ya Ocalan, bîrdoziya azadiya jinê ji bo jinan veguherî projeyeke xwepênasekirinê, lêgerîna ji bo azadiya xwe û pêwendîdanîna azadiya xwe û ya civakê. 
 
Aras, dest nîşan kir ku Ocalan azadiya gelê kurd û jinan temsîl dike û wiha got: “Dema em balê bidin pêvajoyan, dema hevdîtin bi Birêz Ocalan re tên çêkirin çareserî dest pê dike. Lê dema doza polîtikaya xwînê û şer tê kirin dawî li hevdîtinan tê û tecrîd dest pê dike.” 
 
‘DOMANDINA TECRÎDÊ NEXWESTINA AZADIYA JINÊ YE’
 
Aras, anî ziman ku gotina Ocalan a “Heta jin azad nebe civak azad nabe” bandoreke mezin li ser jinan kiriye û wiha got: “Çimkî dema em li şoreşên cîhanê dinerin, têkoşînên sosyalîst dinerin, li avakirinên dewleta dinerin em dibînin ku nêzîkatiyeke wan a bi vî rengî heye; ‘bila pêşî civak azad bibe, em pergala xwe ava bikin, jixwe wê pirsgirka jinê çareser bibe.’ Di kesên ku em ji wan re dibêjin şoreşger û xwedî bîrdozî de jî ev nêzîkatî pêş ketiye. Lê di felsefeya Ocalan de dema azadiya jinê tune be, mirov nikare behsa azadiya civakê jî bike. Çima? Çimkî dibêje ‘koka hemû pirsgirêkên civakiyî xwe digihînin pirsgirêka koletiya jinê.’ Yanî bi koletiya jinê re hemû têkiliyên civakiyî tên kolekirin. Yanî wek xala sereke azadiya jinê esas digire. Di projyea Birêz Ocalan a ‘Kuştina mêrî’ de derbaskirina rolên mêrî yên ji aliyê pergalê ve li mêr peyda bûye, redkirina van rolan, mêrbûyîneke sosoyalîst û demokratîk heye, sêwirandina jiyana wekhev û azad heye. Avakirina vê yekê, di serî de civaka kurd û bi giştî heycanek mezin li civakan peyda kir. Jinan ev yek dît. Ji ber vê, domandina tecrîdê tê wateya nexwestina azadiya jinê.” 
 
Aras, diyar kir ku bandora Ocalan a li ser jinan tenê ne ji ber vê bîrdoziyê ye, ji ber pratîkirina vê bîrdoziyeyê û ji ber vê jin kampanyayên li hemberî tecrîdê li dar dixin û dadikevin qadan. 
 
‘DI AVALKIRINA CIVAKÊ DE PÊŞENG JIN IN’ 
 
Aras wiha domand: “Jinên kurd û heta jinên tirkiyeyî jî vê yekê baş dizanin; Ocalan şer naxwaze. Ocalan naxwaze jin hepsî malê bên kirin, naxwaze tecawuz musteheq be, naxwaze keda wan bê xwarin. Ocalan li dijî vana dertê. Di avakirina civaka demokratîk a Ocalan de jin pêşeng e, azad e û vîn e. Ev yek jî sekna jinê ya li hemberî tecrîdê nîşan dide.” 
 
'AZADIYA JINÊ NE UTOPYA YE’ 
 
Aras, diyar kir ku paradigmaya azadiya jinê ya Ocalan di Şoreşa Rojavayê de pêk hatiye. Aras, got ku ev şoreş di rojekê de derneketiye holê û bandora ceribîn û têkoşîna 40 salî li ser heye. Aras, dest nîşan kir ku tu tevgereke gelan nikare şevekê an jî rojekê li hemberî rêxistineke qetlîamker a wek DAIŞ’ê bi ser keve û ji bo vê yekê bîrdoziyeke wêrek û bawerker divê. Aras, got ku bîrdoziya rizgarî û azadiya jinê şoreşa li Rojavayê zexim kiriye. Aras, got ku ev yek tenê ne di warê leşkerî de, di avakirina civaka nû ya piştî zilma DAIŞ’ê de, li hemû qadên jiyanê pêşengiya jinê esas digire.” Aras, got ku paradigmaya ‘Jiyana wekhev û azad’ a Ocalan pêk tê û ev yek di mînaka Rojavayê de bi awayekî berbiçav xwe dide der. Aras wiha got: “Ev vî tiştî nîşanî me dide; azadiya jinê ne utopyaye, projeyeke ku pêk tê.” 
 
Aras, diyar kir ku çawa ku gelê kurd di warê gelbûnê de rastiya xwe pênase dike, nasnameya xwe ya têkoşînê û çandî pênase dike divê jin jî bi heman awayî xwe bi xwe pênase bikin. Herî dawî Aras wiha got: “Divê em huqûqa xwe pêş ve bixin, divê em nasnameya xwe ya jinê, çanda xwe ya jinê bigihînin hemû jinên cîhanê, berbelav bikin û pêş ve bixin. Divê em jin her roja xwe bi baweriyî, bi ruhê têkoşînê derbas bikin. Çimkî li hemberî jinê şerek heye. Ev şer şerekî zaf sîstematîk e. Divê em bi ruhê yekîtiyê, bi tevkariyî li hemberî vî şerê pergala serdest a mêrî bitêkoşin.”
 
MA / Berivan Altan