Ehliyeta cezayê zilamê Okutgen kuşt derket holê

  • jin
  • 15:27 15 Mijdar 2017
  • |
img

ÎZMÎR - Li Karabaglarê di doza Ugur Bunyak ê Eda Okutgen kuşt de, dadgehê xwe gihand rapora Saziya Tipa Edlî û cih da ehliyeta cezayê Bunyak a heyî. Parêzeran xwest Bunyak bê cezakirin.  

Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê di 30’ê Mijdara 2014’an de Ugur Bunyak jina binavê Eda Okutgen kuşt. 5’emîn rûniştina doza Bunyak li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Parêzer, malbata Okutgen û endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin beşdarî rûniştinê bûn. Ugur Bunyak ê li Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa T a Bandirma yê, bi hinceta li Stembol tê derman kirin, girêdana bi SEGBÎS’ê çênebû, beşdarî dozê nebû.     
 
SAZIYA  TIPA EDLÎ: EHLIYETA CEZA TAME 
 
Piştî danasîna nasnameyan doz despêkir. Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê têkildarî bersûc rapora eheliyeta ceza ya tam da bersûc. Parêzeran parastin kirin û xistin bersûc bê cezakirin. 
 
DOZ HAT TALQKIRIN  
 
Piştre parêzerê bersûc parastina kir û diyar kir ku ew vê raporê qebûl nakin û ji bo berfirehiya raporê bibe xwedî agahî dem xwest. Li ser vê yekê heyeta dadgehê doz taloqî 14’ê Kanûnê kir.