TJA: Li hemberî hebûna jinê qirkirinek heye

  • jin
  • 09:49 12 Mijdar 2017
  • |
img

AMED – Aktivîsta TJA’yê Fîgen Ektî anî ziman ku ew ê di çalakiyên 25’ê Mijdara îsal de li dijî qirkirina jinê li qadan bin. Ektî dest nîşan kir ku îro têkoşîna jinê bûye jêdera îlhamê.

 Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), der barê çalakiyên ku ew ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê ya Navnetewî de li dar bixin de agahî dan. 
 
'EM DI RÊÇA XWIŞKÊN MÎRABEL DE DIMEŞIN’ 
 
Ektî anî ziman ku 25’ê Mijdarê ji bo jinên cîhanê remzek e û xwedî nirxeke manewî ye. Ektî, diyar kir ku çîrok û têkoşîna xwişkên Mîrabel ku li dijî dîktatoran têkoşiyan îfade dike û di heman demê de sembolek e. Ektî, dest nîşan kir ku 25’ê Mijdarê ji bo têkoşîna jinan bûye jêdera îlhamê û wiha domand: “Ev ji bo jinên kurd jî wisa ye.” Ektî, got ku jinên kurd wek mîrate têkoşîna xwişkên Mîrabel wergirtine û têkoşîna wan didomînin. 
 
ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ 
 
Ektî, diyar kir ku 25’ê Mijdarê temsîla berxwedana bi milyonan jinan dike û der barê çalakiyên ku dê TJA di 25’ê Mijdarê de li dar bixe agahî parve kirin. Ektî, got ku ew ê li gelek bajaran bi awayekî hevwext çalakî, panel, mîtîng, semîneran li dar bixin û civînên jinan çê bikin. 
 
‘EM Ê LI QADAN BIN’ 
 
Ektî, dest nîşan kir ku tevî OHAL’ê jî ew ê li qadan bin û wiha got: “Jinên kurd di 8’ê Adarê de bandora OHAL’ê şikandin.” Ektî, got ku di 25’ê Mijdara îsal de wê jin polîtîkayên çewisandin û şidetê li qadan teşhîr bikin. Ektî, diyar kir ku li gel gelek deverên Tirkiyeyê li Amedê jî êrîş û şideta li dijî jinê zêde bûye û ew van pêkanînan wek “qirkirina jinê” dibînin. Ektî, dest nîşan kir ku wê jinên kurd di 25’ê Mijdarê de li dijî van qirkirinan li qadan dengê xwe bilind bikin. 
 
‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN JIN LI BER XWE DIDIN’ 
 
Ektî, diyar kir ku bi sedan sal e li vê xakê şerek heye û bi vî şerî re her cure êrîş xwe didin der. Ektî, got ku dema ew di vê çarçoveyê de li Amedê dinerin tevî îxrackirina, li kar û malê, li kuçeyan dozaja şidetê her diçe zêdetir dibe û hatiye wê astê ku jin êdî nikarin derkevin derve. Ektî, dest nîşan kir ku lê belê her ku êrîş zêde dibin, li hemberî van êrîşan berwxedan jî zêde dibe û li her derî jinên berxwedêr hene. 
 
Ektî, dest nîşan kir ku êrîşên li hemberî jinan tên kirin polîtîk û bîrdozî ne û bi vî awayî politikaya “pêşî li jinan bidin” tê meşandin. Ektî wiha got: “Ji dîrokê heta niha di şexsê jinê de biçûkxistina civakê, teslîmgirtina civakê tê xwestin. Polîtîkaya ku niha tê meşandin jî, hêza xwe ji dîrokê distîne. An jê îktîdar nikarin wisa bi rihetî civakan desteser bikin. Şerê cîhanê yê sêyemîn tê kirin. Şerekî cidî li Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin. Jin li dijî van şeran di mewziyan de ne. Bi her awayî li ber xwe didin. Rojava mînaka vê yekê ya herî şênber e. Li dijî tecawizan, zext û zoriyan ewilî jin ber bi mewziyan ve baz dan.” 
 
‘AKTOR JINÊN KURD IN’ 
 
Ektî got ku dema mirov li kûrbûna şerê cîhanê yê sêyemîn dinere, tê dîtin ku êrîşek li hemberî serdema jinê û vê sedsalê heye. Ektî diyar kir ku divê jin li hemberî vê yekê li ber xwe bidin û berxwedana wan derkeve pêş. Ektî dest nîşan kir ku ev sedsal sedsala têkoşîna jinê ye û jinên kurd jî aktorê herî girîng û sereke yên vê berxwedanê ne û wiha domand: “Ji ber vê yekê îktîdar dixwazin rê li ber berxwedana jinê bigirin. Wek TJA’yê em ji bo jinên cîhanê bi misyona pêşengiyê tev bigerin. Em ê di şexsê jinan de civakê bilind bikin.” 
 
Ektî bang li hemî jinên amedî kir da, li hemberî qirkirina jinan û şideta li hemberî jinan di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.