Jinên HDP’ê dê bi rêxistinên jinan re li qada bin

  • jin
  • 09:45 25 Îlon 2017
  • |
img

AMED – Berdevka Meclîsa Jinên HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku li dijî jinan qirkirinek pêk tê û ew ê bi rêxistinên jinan ên Tirkiyê re li dijî qirkirinê dê derkevin qadan û têkoşînê bidin meşandin. 

 
Li bajarên heremên û Tirkiyê li dijî jinan her ku diçe êrîş û pêkutî kurtir dibe. Li dijî êrîş, tundî  û pêkutiyên li ser jinan Meclîsa Jinên HDP jî bi dirûşmeya “Wisa naçe jin destûrê nadin” kampanya da destpêkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca têkildarî kampanyayê axivî û derbarê çalakiyên dê li dar bixin agahî da. 
 
Konca diyar kir ku ew bi êrîş û tundiya li dijî jinan re rû bi rû ne û di demên dawî de dixwazin êrîşan asayî bikin. Konca da zanîn ku li gelek welatên cîhanê jinan têkoşîna xwe bilind kiriye, bi têkoşînek seferberi gav bi hikumetan diavêjin paş û li Tirkiyê li ser hemû jiyana jinan tundî tê li dar xistin. Konca anî ziman ku wan kampanyaya xwe li dijî gotin, tundî û êrîşa desthilatdariya siyasî ya ku her tim jinê kiriye hedef dane dest pê kirin. 
 
‘AKP DIXWAZE DESTKEFTIYÊN JINÊ DESTESER BIKE’ 
 
Konca got ku li Tirkiyê di salên dawî de bi feraseta DAIŞ’ê êrîş li dijî jinan pêk û ev êrîş jî tên rewakirin. Konca aşkere kir ku êrîşên herî giran û mezin di serdema Rewşa Awarte (OHAL) û KHK’yan ketine meriyetê. Konca destnîşan kir ku jinên kurd di encama têkoşîna bêhempa de gelek destkeftiyan bi dest xistine û guhertina civakî pêkanîne û got: “Me xwest em li dijî feraseta zilam a baviksalarî û siyaseta baviksalarî guhertinên civakî pêk bînin. Lê em bi mudaxeleyên AKP û dewletên re rû bi rû man. Mafên jinan ku bi têkoşîna jinê hatine bidestxistin hemû bi destê AKP’ê dixwazin desteser bikin. Dê li hember vê têkoşîna me bidome.” 
 
‘PÊWÎSTE BI TÊKOŞÎNEK BINGEHÎN HEYE’ 
 
Konca polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinê şiband ên DAIŞ’ê û wiha domand: “Jinan wek dijmin dibînin. Jinan mehkumî hevsa malê, xizmetkara zarokan û alavek welidandina zarokan dibînin. Li dijî van hemûyan pêwîstî bi têkoşînek bingehîn a jinê heye. Ji ber ku di her qadê de êrîş li dijî nasnameya jinan heye.” 
Konca bibîr xist ku li dijî kampanya wan jî êrîş hene û wiha axivî: “HDP ji bo guhertina pergala desthilatdar a zilam, jin dikaribe di nav civakê de bijî û teşeyê siyasetek nû têkoşînê dide meşandin. Dixwazin kolanan li têkoşîna jinê bigirin. Lê em destûr nedin vê yekê û ji siyaseta ku wijdanan birîn dike rawestînin.” 
 
‘DEWLET POLÎTÎKAYÊN KOLETIYÊ DIKE QANÛN’ 
 
Konca bal kişand ser mufredata perwerdehiya nû û got ku ew ê li dijî hemû têgeh û mufredata zayendî, tundî bi xwe re tîne û êrîşkar jî bêdeng nemînin û têkoşîn bidin meşandin. Konca da zanîn ku dewlet polîtîkayên koletiyê dike qanûn û ew ê di Meclîsê de jî li dijî qanûnên zayendî rola xwe ya çalak bileyîzin.
 
MA / Semra Turan-Devran Toptaş