Bi keda xwe li ser piyan dimînin

  • jin
  • 09:35 25 Îlon 2017
  • |
img

ENQERE - Jinên ku berê li ser sergoyan plastîk û kartonan difirotin û debara xwe dikirin, niha dest bi hilberinê kirin û bi hunera xwe debare dikin. Jinên bi berhem û hilberîna keda xwe di Mihrîcana Keda Jinê kom bûn, hem berhemên afirandine didin nasîn û hem jî debarê dikin û şewirmendiya xwe xurtd dikin. 

Jinên ku bi keda destan û keda xwe huner afirandin, li Parka Ahlatlibel di Mihrîcana Keda Jinê de kom bûn. Armanca vê mihrîcanê keda jinê bide xuyakirinû hunerê wê bide nasîn. Li aliyê din dixwazin bi vê mihrîcanê piştevanî û şewirmendiya jinan xurttir bikin. Gelek rêxistinên jinan, bi awayekî kolektif xebat meşandin û berhemên ku bi kedê afirandine û hunera xwe di vê mihrîcanê de didin nasîn. Jinên bi hilberhîn û hunerê xwe tev li vê mihrîcanê dibin her yek xwedî çîrokek e. Hinek jê wekî hezkirin û hobî û hinek jî wekî debara malê berheman diafirînin û hunerê pêş dixin. Hemû jin di bin têkoşîna jine de di vê mihrîcanê de dibin yek. 
 
'MIN BERÊ XURDE Û PLASTÎKÊN SER ÇOPÊ DIFIROTIN' 
 
Jina ku di mihrîcanê de stant vekiriye û çantayên kot difirşe Kumru Sevgi, 15 salin dixebite. Sevî, piştî hevserê wê mir, niha tevî 2 kurê xwe dijî. Sevgî, ji ber nikaribû debara xwe bikira, li ser sergoyan plastik û karton kom dikir û debara xwe dikir. Li aliyê din diçû avahî paqij dikirin. Gelek karên cuda dikir û debara xwe dikir. Sevgî, anî ziman ku berê vî karî bike li ser sergoyan xurde, plastik, karton kom dikirin û difirotin. Dema plastîk kom dikir piyê min jê bûbû. Ji ber xurdeyan milê min enfeksiyon girt. Carekê ji ez ketim û piyê min şikest . Ez 3 mehan di nava nivînan de mam." 
 
'HIN CARAN TÊKOŞÎN Û BIRYAR BES E'
 
Sevgî, anî ziman ku piştî baş bû, li ser pêşniyara hevalek xwe ya jin dest bi çêkirina çantayên kont kir û çantayên kof tirotin û wiha got: "Xwendin û nivîsandina min tune. Ji ber vê yekê nikarin bi hêsani kar peyda bikim. Ji ber vê yekê zêdetir karê destan û karê giran dikim. Ez bi hêz im. Ji bo vê yekê pêdivî bi xwendin û nivîsandinê tune ye. Hin caran biryar û daxwaza tekoşînê têr dike. Piştî mirov biryar da û têkoşîya mirov tev li karê civakî û poltîk jî dibe. Ez niha bi keda xwe û hunera xwe çanteyê kod çê dikim. Ez pir pere qezenç nakim. lê ez birçî jî namînim. Ez nabim mohtacê tu kesî jî." 
 
MIN HEZKIRINA XWE TEV LI HUNERA XWE KIR
 
Yek ji jina beşdarî Mihrîcana Keda Jinan bû jî jina 57 salî Belma Balci ya teqawît bûye ye. Balci, piştî hevserê xwe berda niha bi keça xwe re tenê dijî. Bi tena serê xwe keça xwe mezin kir. Ji bo keça xwe xwedi bike karê xwe berda. Balci anî ziman ku piştî keça xwe mezin kir li kursên hunerê kobî xwe qeyd kir û wiha got: "Ez pir ji karê xwe hez dikim. Pişti tev li van kursan bûm min xwe peş xist. Ez bi hezkirin û kêfxweşî vî karî dikim. Ez bi pereyê qezenç dikim xwe û keça xwe xwedi dikim. Ez berhemê xwe li bazarên cuda difiroşim. Li şûna ez li malê runêm ez dixwazim bi ked û hunera xwe bijîm. Ez hem debara xwe dikim û hem jî wekî hezkirnekê vî kari dikim. Ez hezkirina xwe tev li hunera xwe dikim. Em bêtir li vir şewirmendiya civakî pêş dixin." 
 
'EM DIXWAZIN KEDA JINÊ YA NAYÊ DÎTIN LI VIR BIDIN DÎTIN
 
Endama Koma Jinên Karê Malan dike Filiz Esenyol jî anî ziman ku ew li vir xebatek kolektif dimeşînin û wiha got: "Em dixwazin ked û hunera jinan ya nayê ditin û nayê nasîn li vir bidin xuyakirin û bidin nasîn. Em li vir gelek hunerê destan û keda destan pêşkêş dikin. Em dixwazin li vir jin bên cem hev û torek civakî ava bikin. Em hem heqê keda xwe distînin û hem jî bi jinan re tên cem hev. 
 
Nûnera Enqere ya Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestinin Ayşen Ece Kavas, jî anî ziman ku li vir tişta herî muhîm şêwirmendî û piştevaniya jinan e. Kavas anî zinan ku rêxistinên jinan bi jinên ked û henera xwe debara xwe dikin re tê cem hev û wan li hev kom dike. 
 
MA / Diren Yurtsever