‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'

  • jin
  • 15:12 8 Adar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên mafên mirovan û baroyan, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan. Rêxistinên mafên mirovan û baroyan erka hikûmet û dewletê bibîr xist û gotin: "Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundî û cudakariyê biparêze ye." Navenda Lekolonîna Hiqûqê û Piştevaniya Mafê Jinê ya Baroya Îzmirê xwest Peymana Stenbolê bi awayekî çalak pêk bê. 
 
Rêxistinên mafên mirovan, rexistinên civaka sivîl û baroyan bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê erk û peywira hikûmet û dewletê bibîra wê xist. Navenda Lekolonîna Hiqûqê û Piştevaniya Mafê Jinê ya Baroya Îzmirê bi heman armancê meşek pêk anî. Jinên parêzer li ber avahiya Baroyê ya Alsancakê kom bûn û heta Erbîl Surer a Kolana Şehîdên Kibrisê meşiyan. Jinan belavokên Baro yên “Ji tundiya li dijî jinan re na" belav kirin. Li vir Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel û gelek parêzerên jin tev li meşê bû. Di meşê de dowîzên “Di darazê de ji biryara zayendîparêz re bes e" û “Heta wekkevî nebe edalet pêk nayê" bilind kirin. Li ser navê jinên parêser Seroka Komîsyona Jinan a Baroyê Perihan Kayadelen daxuyanî xwend. Kayadelen, anî ziman ku 440 jin hatin qetilkirin û wiha got: "Li gorî rapora Forma Aborî ya Cîhanê ya 2018'an li Tirkiye 440 jin ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin. 188 jin rastî tacîza zayendî hatine. 61 jin rastî tecawizê hatine. 347 zarok jî rastî îstîsmara mêr hatine. 516 jin zorî karkeriya seksê hatine kirin."  
 
Kayadelen, anî ziman ku 7 sal berê Tirkiye Peymana Stenbol Îmze kiriye, Lê heta niha li gorî vê peymanê gavên çalak neavêtine û xwest li gorî şertên peymanê gavên çalak bavêje. 
 
ÎHD: BILA JIN BIJÎN Û BÊN JIYANDIN
 
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê ji jinên girtî yên Herêma Egeyê re name şand û daxuyanî da. Jinên ku li şaxa ÎHD'ê kom bûn daxuyanû dan. Rêvebera ÎHD'ê Cemile Karakaya anî ziman ku erka dewletê ewe ku jinê li dijî tundiyê û cudakariyê biparêze ye. Jinan piştre name û kart ji jinên girti re şandin.