Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir

  • jin
  • 13:42 8 Adar 2019
  • |
img
ÎZMÎR – Jinên xwendekar ên xwestin li Zanîngeha Egeyê daxuyaniya çapemeniya ya 8'ê Adarê li dar bixin hatin binçavkirin. 
 
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Egeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Ewlehkarên zanîngehê û polîsan jinan derb kirin û wan bi erdê re kaşkirin. Polîsan 7 jin û xwendekarek mêr binçavkirin. 
 
Jinan dirûşma “Ji faşîzmê re enyad bijî 8’ê Adarê” berz kirin. Polîsan deve jinan girt û li maşîneyên zirxî siwar kirin. Polîsan dest danî ser pankarta xwendekaran û binçavkiriyan birin miduriyeta polîsan.