‘Bi ruhê Leyla Guven têkoşîn mezin bû’

  • jin
  • 13:06 7 Adar 2019
  • |
img
ENQERE – Hevseroka Rêxistian HDP’ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu bi boneya 8’ê Adarê bang li jinan kir û got: “Îro bi bi beşdariya sedan jinan û girtiyên siyasî beşdarî greva birçîbûnê ya Leyla Guven pêşengiya wê dike bûne û têkoşînê mezintir kirine.” 
 
Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Enqereyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu di civînê de axivî û got ew di pêvajoyek li her deverê cîhanê li dijî pergala kurewî ya mêtinger di greva birçîbûnê de ne û ew di rojên wiha de 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Bayramoglu da zanîn ku ev 17 sal in hikumeta AKP’ê bi polîtîkayên şidet û zextan civakê birêve dibe û ji bo îktîdara xwe rewa bike rejîmek faşîst ava kiriye. 
 
'BI PÊŞENGIYA LEYLA BERXWEDAN MEZIN BÛ’ 
 
Bayramoglu bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 120 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan didome û got: “Tevî hemû şertên zehmet jî berxwedana Leyla Guven didome. Bi beşdariya sedan jinan û girtiyên siyasî berxwedana Leyla Guven geştir dibe û têkoşîna me mezinttir bûye. Bi vê minasebetê jî em 8’ê Adarê bi ruhê jinên berxwedêr pêşwazî dikin. Em bi kevneşopiya Clara Rosayan, Sarayan û Sêvêyan didomînin û bi berxwedana hevrêyên me Leylayan, Fîgenan, Selmayan û Sebahatan li hundir û derve li dijî polîtîkayên tecrîd û înkarê li ber xwe didin û têkoşîna me didome. Em bi ruhê ronahiya berxwedana Leylayan li dijî zilma tarî li ber xwe didin û li qadan e.” 
 
'JI BO EM BIDIN JIYÎN DI GREVÊ DE NE’ 
 
Bayramoglu anî ziman ku jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û got: “Em ê bi ruhê berxwedêr 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Ji bo em bijîn û bidin jiyîn di greve de ne. Li dijî her cûre zordestiyê em dengê xwe bilind dikin û bigihîjin azadiya Guven û roja xwe.” 
 
Bayramoglu bang li hemû jinên Enqereyê kir ku tev li şahiya wan a li Kolana Sakaryayê dê saet di 12.30’an de pêk bê kir.