Jinan di çalakiyên 8’ê Adarê de bal kişandin ser rewşa Leyla Guven

  • jin
  • 15:27 6 Adar 2019
  • |
img

NAVEND NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin. Jinên HDP’î yên kincên xwe yên rengîn li xwe kiribûn, qûrnefîl ji jinan belav kirin û name ji jinên girtî yên di greva birçîbûnê dene re şandin.

 
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Mêrsînê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir a di roja 119'emîn de didome,  ji jin+rn Meclîs û Parlalmentoya Ewropa (PE) ê re kart şandin. Jinên li ber Postexaneya Navendî ya Mêrsînê kom bûn, berî kartan bişînin daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Li ser navê jinan Zahîde Yavûz axivî û wiha got: “Em dengê Leyla Guvenin. Ji bo ku em bibin dengê Leyla Guven, emê ji jinên parlementerên partiyên DMME û nûnerên jinên PE re kartan bişînin.” Piştî daxuyaniyê, jin ketin hûndirê postexaneyê de û kart şandin. 
 
COLEMÊRG  
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî, bi boneya rojê qûrnefîl li jinan belav kirin. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Zeynep Kayak berî çalakiyê daxuyaniyek kûrt da û got: “Em hemû jinan dawetî hevdîtina jinan a li Geverê bê lidarxisin dikin.”  
 
Piştî daxuyaniyê, jinan li Cadeya Cumhuriyetê esnafa û xebatkar ziyaret kirin û qûrnefîl li jinan belav kirin. 
 
MÛŞ
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mûşê jî, bi heman armancê ji girtiyên jin re kart şandin. Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Çoşkûn, Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Mûhlîse Karaguzel, namzeta Hevşareariya Mûşê Sîbel Genç û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Jinên li ber avahiya HDP’ê kom bûn, derbasî avahiya  PTT’ê ya bajêr bûn, ji bo Leyla Guven a 119 rojin di greva birçîbûnê deye û jinên girtî re kart şandin. Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Çoşkûn, berî kartan bişînin, daxuyaniyek kurt da û wiha bilêv kir. Divê demildest daxwazên Leylga Guven û girtiyan bên qebûlkirin. Ji vê derê em carek din bangî Wezareta Dadê dikin ku di rewşek neyênî de, ew berpirsiyarin.”
 
ŞIRNAK 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê jî bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê îro li navçeya Basa ya Şirnexê qurnefîl li jinan belav kirin. Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê yên li Basa ev 3 roj in berdewam dikin.  Bi beşdarbûna Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir, Namzetên hevşaredarên navçeyên Cizîr, Hezex, Basa û navenda Şirnekê  qurnefîl li jinên Basa hatin belavkirin. Jinan di çalakiyê de kincen herêmî li xwe kiribûn û heya avahiya navçeyê ya HDP'ê meşiyan,  rastî eleqeyek mezin a welatiyan hatin. 
 
Jinên ku qurnefîl li wan hatin belavkirin dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî têkoşîna jina" berz kirin. Di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de dê li Cizîr û Hezexê jî li ber buroyên jinan çalakî bên lidarxistin.