Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan

  • jin
  • 12:07 1 Adar 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê di çarçoveya 8’ê Adarê de li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê da. Parlemnetera HDP’ê Ebru Gunay axivî û anî ziman ku jin li her derê dê ji bo azadiyê bang bikin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê starta 8’ê Adarê da. Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Pero Dundar, namzetên jin ên hevşaredarên navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê û malbatên girtiyan tevlî daxûyaniyê bûn. Girseya ku li ber girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê hat gel hev ji bo 9 girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine daxûyanî dan. Axaftin li ser navê Meclîsa Jinên HDP’ê, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay kir.
 
'JIN JI BO AZADIYÊ DI GREVÊ DE NE'
 
Gunay anî ziman ku li her deverê bi dirûşma “Jin ji bo azadiyê di grevê de ne û têdikoşin” dê bernameya li dar bixin. Gunay da zanîn ku li her deverê dê ji bo azadiya jinê bang bikin û wiha got: “Wekî ku hûn jî dizanin di girtîgehan de ev 114 rojin greva birçîbûnê berdewam dike. Pêşengiya vê pêvajoyê jî jin dikin. Leyla Guven jî pêşenga herî mezin a vê pêvajoyê ye. Leyla Guven nîşan da ku tecrîdê qebûl nake û li dijî vê berxwedana xwe nîşanî me da. Ji ber ku rastiyek heye; tecrîda Îmraliyê li her qada jiyana me, kolan, tax, mal û cihên kar em nîşan didin ku em ê qebûl nakin. Em dibêjin ku vê pergalê qebûl nakin. Hikûmeta AKP’ê pergala Îmraliyê vegerand rêvebiriyekê. Lê me jinan ev rêveberî qbûl nekir.”
 
'RUHÊ WAN AZAD E' 
 
Gunay bal kişand ser rewşa girtiyên di girtîgehê de û bi taybetî yên di greva birçîbûnê de ne û got: “Ruhê wan azad e, lê belê bedenên wan girtî ye. Her çixwas wiha be jî li her derê ji bo me banga azadiyê dikin.” Ebru, bal kişand ser gelek girtîgehên ku grevên birçîbûnê li wan destpê kirine û ev tişt got: “Di serî de daxwaza Leyla Guven û daxwazên girtiyan daxwaza me ye. Jin di têkoşîna azadiyê de ne. Jin li her qadê dê dîsa ji bo azadiyê bang bikin. pergala tecrîda Îmraliyê dê bê rakirin û azadî dê bi ser keve.”
 
Daxûyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.