Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir

  • jin
  • 13:00 27 Sibat 2019
  • |
img

ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê, bi şîara “Em bi piştevaniyê li dijî krîz, şer, tundî û newekheviyê bihêzin û jînê bi rêxistin dikin” dê di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Endama Platformê Yûrdagul Çabat, got; “Emê li dijî êrîşên li ser mafên me yên hatine qezenckirin, ji bo maf û jiyana xwe bên gelhev.” 

Platforma Jinan a Enqerê, têkildarî çalakî û şahiyên di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêk bînin de, li Mulkiyeler Bîrlîgî civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta “Em bi piştevaniyê li dijî krîz, şer, tundî û newekheviyê bihêzin û jînê birêxistin dikin” bi salona civînê ve hat kirin.  
 
'TUNDIYA ZÊDE DIBE BERDEWAM DIKE'
 
Li ser navê platformê Yûrdagul Çabat, di civînê de daxuyanî da û wiha axivî: “8’ê Adarê roja jinên têkoşer û gotin ‘Cîhanek din mimkûne’ ye. Îro em dîsan bi awayên cuda yên newekhevî, tundî û kedxwariyê dijîn. Ji ber krîza aborî û zextên heyî, tundî û kedxwariya li ser beden û keda me berdewam dike. Bi destê desthilatdariya AKP’ê tundî û zextên li ser jinan hatin zêdekirin. Em dibêjin ku jin dê vê rewşê biguherînin.”
 
'EMÊ BERXWEDANA XWE BERDEWAM BIKIN’
 
Çabat, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Emê di jiyana civakî de, li qadên jînê, li mal, kolan, dibistan û cihê kar, berxwedana xwe ya li dijî pergala kapîtalîzmê ya desthilatdariya zilam berdewam bikin. Emê ji bo jiyan, wekhevî, azadî, laîktî û aştiyê, bi îsyan û piştevaniyê, hemû bi hevre xwe rêxistin bikin.  Çawan ku bi berxwedanê me hemû maf û azadiyên xwe bi dest xistin, emê dîsan bi dest bixin. Îro ji bo ku bi ser krîza aborî bê girtin, hewl didin polîtîkayên xwe yên şer, zext û tundiyê zêdetir bikin. Ji bo jin û zarokan jî şer tê wateya, birçîbûn, feqîrtî, tacîz, tecawîz û mirinê. Ji ber vê emê tu carî dest ji daxwaza aştiyê berdin û emê tim li dijî şer dengê xwe bilid bikin.”
 
‘EMÊ LI CADEYA SAKARYA 8’Ê ADARÊ PÎROZ BIKIN’  
 
Çabat, da zanîn ku ewê weke jinên Enqerî, di 8’ê Adarê roja Înê saet 12.30’an de li Cadeya Sakarya kom bibin û ev bang kir: “Emê bi jinên ji çar aliyên Enqerê bên re,  li dijî êrîşên li ser mafên me yên hatine qezenckirin, ji bo maf û jiyana xwe, bên gelhev.”