Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin

  • jin
  • 14:50 26 Sibat 2019
  • |
img
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê têkildarî hilbijartina herêmî beyannameya xwe eşkere kirin û gotin: "Em bajarên dostaniyê ji jinan re bike û jin dikaribin lê bijîn û mafê starbûnê dixwazin." 
 
Platforma Jinên Bajêr a Rihayê ku ji partî û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê daxwazên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî bi civînekê eşkere kirin. Civîn li avahiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî pêk hat. Li ser navê Platformê ewil Lezgîn Altundag axivî û diyar kir ku jin ji bo mafên xwe li gelek deverên cîhanê têdikoşin û di vê oxirê de jî bedelên giran dane. Altundag got e wê nêrîna jinan serdest bikin. Altundag da zanîn ku wan li dijî şidet, kedxwariyê, zayendperestiyê, nijadperestiyê, polîtîkayên milîtarîstiyê, tacîz  û çanda tecawizê piştevaniya jinan esas bigirin û zimanê hevpar dê bingeha xebata wan be. 
 
Ji platformê Ferîde Ceylan jî destnîşan kir ku ew li dijî her cûre şideta jinê ne û daxwazên di danezana Platformê wiha eşkere kir:
 
"* Em dixwazin ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên jinan Wezareta Jinan ava bibe. 
 
* Li dijî yekperestiyê û her cûre polîtîkayên zayendperestiyê em dixwazin temsîliyeta wekheviyê pêk bê. 
 
* Em dixwazin gotinên zîhniyeta zilam ên li dijî jinan di çarçoveya gotinên nefretê de bên pênasekirin. 
 
* Em ji butçeya şer, rant, rûxandina ekolojîk, mêtingerî û cudakariya zayendperest rizgar bibin û butçeyek zayendaiya wekhevî dixwazin. 
 
* Em dixwazin dawî li xizaniya jinê were. 
 
* Em mafê wekhev û necudakar ê tenduristiyê dixwazin. 
 
* Em bajarên dostaniyê ji jinan re bike û jin dikaribin lê bijîn û mafê starbûnê dixwazin.
 
* Em mafê kreşê yê belaş dixwazin. 
 
* Em li dijî perwerdehiya mezhebî, zayendperest û yek tîtiyê perwerdehiya bi zimanê dayikê ya wekhev û bêpere dixwazin. 
 
* Em li dijî polîtîkayên jinan tune dihesibîne ne.
 
* Bila 8'ê Adarê bibe rojek fermî."