Ji bo girtiyên jin kart şandin

  • jin
  • 15:24 24 Kanûn 2018
  • |
img
 MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê ji bo jinên siyasetmedarên girtî kartên sersalê şandin û peyama piştevaniyê dan. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, ji bo jinên siyasetmedarên girtî kartên sersalê şandin. Kartên ku hatin şadin ji aliyê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay û rêvebirên navend û navçeyan ên jin ve hatin nivîsandin.  Jinên ku kart nivîsandin ji avahiya HDP’ê heta  Postexaneya Yenîşehîra Mêrdînê meşiyan û li postexaneyê kartên ku nivîsandibûn ji jinên siyasetmedarên girtî re şandin. Jinan di kartan de peyamên piştevaniyê nivîsandin.
 
Jinên ku li ber postexaneyê kom bûn beriya ku kartan bişînin ev peyam dan: “Em ê heta dawiyê li pey hevalên xwe bin. Heta ew bên berdan em ê dev ji vê têkoşînê bernadin. Em hêvî dikin ku di demek nêz de hevalên me bên berdan.”