‘Jin dê li Sêrtê tabelaya bi sê zimanî dîsa daliqînin'

  • jin
  • 09:13 29 Mijdar 2018
  • |
img

SÊRT - Hevseroka HDP'a Sêrtê Ayşe Ekîncî, destnîşan kir ku jin dê tabelaya sê zimanî qeyûmê Sêrtê ew daxist dîsa daliqînin. 

Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, dawî li pergala hevserokatiyê hat anîn û paşê tabeleya bi kurdî, erebî û tirkî ya Şaredariya Sêrtê hat guherandin û bi yekzimanî hat çêkirin. Niha jî ji ber hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an qeyûm xebatên xwe didin der. Hevseroka HDP'a Sêrtê Ayşe Ekîncî daxistina tabeleya sê zimanî bi bîr xist û destnîşan kir ku wê jin tabelaya sê zimanî dîsa daliqînin. Ekîncî got: "Em HDP bêyî cihêkariya ziman, netew û nijadî bikin em dixwazin jin bi reng û dengê xwe di partiya wan de cih bigirin. Loma em dixwazin hemû jin di bin banê HDP'ê de bibin namzet." 
 
'DÎSA HEVSEROKATÎ' 
 
Hevseroka HDP'a Misircê Esmer Baran jî şara rengîn a di stuyê xwe de nîşan da û got: "Sêrt wekî vê şarê xwedî zimanên cuda ye. Wexta jin destê xwe bidin Sêrtê wê bibe weke vê şarê. Jin ji Sêrtê bawer dikin û hêvîdar in. Bi serketina jinan wê pergala hevserokatiyê dîsa di şaredariyan de pêk bê." 
 
Seroka Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBP'î Hatîce Tay jî, diyar kir ku divê jin destê xwe bidin Sêrtê. Tay, diyar kir ku serdema ku wê jin pirsgirêkên xwe bînin ziman û çareser bikin nêz e. Tay, destnîşan kir ku qeyûm rejîma yekzilamî disepînin û divê jin li hemberî vê bixebitin. 
 
'WÊ JIN BI SER BIKEVIN' 
 
Dayika Aştiyê Zeynep Altûntaş jî, anî ziman ku êdî wext e ku jin li Sêrtê bi ser bikevin û got: "Li Sêrtê sê ziman hene. Lê niha ev vîn li şaredariyê tune ye. Çawa jin li kuçe û kolanan bi sê zimanan diaxivin, wê bi têkoşînê ev sê ziman li şaredariyê jî bên axaftin. Li Sêrtê teqez wê jin bi ser bikevin."