Platforma Jinan a Mêrdinê qedexeya Qeymeqan nas nekirin

  • jin
  • 16:37 24 Mijdar 2018
  • |
img
MÊRDÎN – Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li dijî Jinan, li Parqa Karayollari daxûyunî da. Jinan astengî û qedexeya Qeymeqamê Artûklû nas nekir û gotin: “Em ê li hember zextan û tundiyê serî netewînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li dijî Jinan li Parqa Karayollari daxûyunî da. Parlemenetra HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankartên “Bi Berxwedana Jinê Azadî dê bi Serbikeve" û “Ji bo em  bijîn û bidin jiyîn em ji her ziman û her deverê bi hevre tên” vekirin. Jinan dovîzên “Jin jiyan azadî”, “Jin aştiyê dixwazin”, “Şêr şêre çi jine çi mêr e”, “Dema jin dest bidin hev wê cîhan ji şûna xwe bilîze”, “Jinên girtî rumeta ne ne”, “Bedena me ya me ye”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Jin ji bo azadiyê bi israr in”, “ Her bijî ji piştgiriya Jinan” û “Jin dê azadiyê înşa bikin” bilind kirin.  
 
DEWLETÊ TU CARÎ JIN NE PARAST
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Gûlîzar Îpek daxuyani xwend û diyar kir ku beriya 58 salan di 25'ê Mijdarê de li Komara Dominik li dijî dîkdator Turjillo xwîşkên Mîrabal ku  têkoşîna azadiyê didan ji aliyê lêşkerên dîktatoriyê ve hatine tecwizkirin hatin û piştre hatine qetilkirin û wiha got: “Ji bo pêşeroj  û xwedî jiyana xwe derkevin û ji bo welatekî bê tundî ji bo 25’ê Mijdarê em hatin gel hev  û îro li vir in. Ji derbas bûna 25’ê Mijdarê li ser van axan li dijî jinan tundî dîsa berdewam kir. Jin her roj rastî tacîz û tecawizê tên. Ji ber ku tundî ew qas zêde bûye ku medya weke mijareke ji rêzê nişan dide. Em li her deverê dibînin ku jin rastî tundiyê tên. Di sala 2018’an de di n h mehên pêşî de 183 jin û 10 zarok hatin kuştin.  162 jin rastî tecawizê hatin. 375 zarok bi awayekî zorê kirin karkarên seksê. 279 zarokên keç rastî êrîşa zayendî hatin. 316 jin birîndar bûn. Ev bi tene yên ku di medyayê de hatine weşandin in. Gellek jin ji aliye hevjîn û 'heskiriyên xwe' ve hatin kuştin. Dewletê tu carî jin neparast.”
 
‘EM DÊ JIYAN Û MAFÊ XWE BIPARÊZIN'
 
Îpek, destnîşan kir ku îktîdar “zimanê tundiyê” bi kar tîne û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku pêşiya tundiya li dijî jinê bê girtin dev ji zimanê cudaxwaz berdin. Kesên ku tundiyê û êrîşa zayendî dike ji wan re cezayê rewşa baş bila neyê dayîn. Di her qada jiyana me de jinên ku çi heq dikin û çi heq nakin tên axaftin. Dixwazin têkoşîn û deestkeftiyên ji destên wan bigirin. Em ê xwedî li jiyan û mafê xwe derkevin.”
 
'QEDEXEYA QEYMEQAM PÊŞIYA TUNDIYÊ VEDIKE' 
 
Endama Platforma Jinan a Şahraman a Mêrdînê Derya Etem jî jî tundiya li dijî jinê şermezar kir  û bal kişand çalakiyên 25’ê Mijdarê ku ji aliye Qaymeqamê Artukliyê ve hatin asteng kirin û wiha got: “Çalakiyên me yên ku me ji bo 25’ê Mijdarê me dê li dar bixista hatin qedexekirin. Sedem jî ew e ku dibe em  piştgiriyê bidin rêxistinê ye. Em vî astegiyê qebûl nakin. Ev çalakiyên me yên ku hatin astengkirin pêşiya tundiyê vedike” 
 
'EM Ê HETA DAWÎ TÊBIKOŞIN'
 
Endama Platforma Jinan a Şahraman a Mêrdînê Eylem Ergûn jî daxuyanî da û anî ziman ku tundiya li dijî jinê di demên dawiyê de gellek zêde bûye û wiha got: “Kesên ku jinan tacîz û tecawiz dikin bi gotinên întihar kiriye ser bûyerê vedişêrin. Ji ber ku dewlet cezayê kêm dide vê rewşê kujer vê rêbazê tercîh dikin. Her wiha polîtîqayên dijminatiyê yên li dijî jinê jî berdewam dikin. Li djî hemû cure tundiyê em têkoşîn, berxwedan, hêza xwe û piştgiriya xwe bi hev re mezin bikin. Pergala desthilatdar a mêran naxwaze ku li dijî tundî û şer berxwe bidin. Lewra jî mafê me yê nefeqa, hevberdan û hemû mal û mulkên hevpar dixwazin ji destên me bigirin. Têkoşîna me ya bi salan bi hêviyeke mezin berdewam dike, em ê dîsa bi wê hêviyê li ber xwe bidin.”
 
Herî dawî jî Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û wê jî diyar kir ku li Tirkiyeyê kirîza aborî, tundî û şer gellek zêde bûye. Jinan heri dawî li dijî qedexeya Qedexeya Qeymeqamê Artukluyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û dawî li çalakiya xwe anîn.  Polîsan xwestin ku asteng bikin lê jinan çalakiya xwe heta dawiyê berdewam kir û daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.