Jin ji bo 25'ê mijdarê kom bûn: Em li tekoşîna Guven xwedî derdikevin

  • jin
  • 15:56 24 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NUÇEYAN - Jinan li gelek navendan di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bername pêk anîn û daxuyanî dan. Jinên li hev kom bûn, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven silav kirin û diyar kirin ku ew li çalakiya Guven xwedî derdikevin.
 
Bi minasebeta 25'e Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetreweyî ya Li Dijî Tundiya li Dijî Jinan  jinan li gelek navendan daxuyani dan û çalakî pêk anîn. 
 
SÊRT 
 
Meclisa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li avahiya HDP'ê ya Sêrtê panel pêk anî. D panela bi dirûşmeya "Em ê têkoşîna azadiya jinê bi înat berdewam bikin" de Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Belkis Beştaş Epozdemir ku ji peywirê hat avêtin, Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Ayşe Ekîncî, Endama Meclîsa HDP'ê Hurriyet Kaytar û gelek jinên din amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdîne Ebrû Gunay jî wekî panelist beşdar bû. Gunay, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven u wiha got: "Guven bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hevala me Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe dest bi greva bêdem kiriye. Em çalakiya wê slav dikin û piştgiriyên xwe tînin ziman. 
 
‘JINÊN KURD DEYNDANÊN OCALAN IN'
 
Gunay, destnîşan kir ku di dîrokê de her dem dîrok ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin û wiha got: "Wekî dîroka gelê me, dîroka jinan jî bi destê desthilatdaran ve hatiye nivîsin. Lê dewir hat guhertin. Piştî jinan dest bi têkoşînê kir êdî jin bi destê xwe dîroka xwe dinivîsin. Jinên ku di dirokê de her dem rastî tundiya mêr hat êdî bi xwe dîroka xwe dinivîsin. Êdî ji vê tundiyê re dibêjin raweste. Em çalakiya Leyla Guven silav dikin. Ji ber ku yek ji sedemên tundiya li ser jinê tecrid e. Piştî tecrîdê tundî jî zêde bû. Îro jinên kurd ji bo azadî û têkoşîna hebûna xwe deyndarên Birêz Ocalan in. Ji ber ve yekê divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. HDP li Tirkiye partiya jinê ye. Di nava partiyên Tirkiye de yekemîn partiya ku nûneriya jinê dke ye. HDP, li Tirkiye yekane partiya jinê ye." 
 
ŞIRNEX 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Cizîrê bi jinan re hatin cem hev. Civîna jinan a li HDPê bi rêzgirtinê dest pê kir. Jinan çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 17 rojin daye destpêkirin silav kirin û diyar kirin ku li çalakiya Guven xwedî derdikevin. Endama Meclisa DBP'ê ya Şaredaiya Şirnexê Şîrîn Kılınç, diyar kir ku jin li her qadê rastîtundiyê tên û jin ji bo azadiya xwe têdikoşin. Hevseroka DBP'e ya Cizirê Hezne Aslan jî xwest jin li diji hişmeniya ku jinê di malê de hepis bikin têkoşînê bilintir bikin. Aslan, destnîşan kir ku ger li vina xwe xwedi derkevin dê hişmendiya dewletê pûç bikin. 
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Berivan Kutlu jî xwest bi taybetî jinên kurd li dijî tundiyê bêtir dengê xwe bilind bikin. 
 
RIHA 
 
Li Rihayê ji Komeleya Mala Jiyanê bi heman armancê li ber avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Baskê Jinan a CHP'ê ya Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Cîgira Seroka Komeleya Mala Jiyanê Sema Koroglu ani ziman ku li Tirkiyeher rojê 2  jin tên kuştin û li gorî rapora Zinarê Cînayetên Kurevî ya Foruma Aborî ya Cîhanê Tirkiye di nava 140  welatan de di rêza 131’an de ye.