ÎHD: Li Herêmê di 6 salan de 374 jin hatin kuştin

  • jin
  • 14:24 23 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê rapora tundiya li dijî jinê aşkere kir û diyar kir ku di 6 salan de li herêmê 374 jin hatin kuştin. ÎHD'ê di raporê de da zanîn ku hiqûqa heyî ya Tirkiye nikare mafê jinan biparêze. 
 
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijberî Jinê rapor amade kir û li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya gişti re parve kir. 
ÎHD'ê geşedanên di navbera 25'ê mijdara 2017 û 23'ê Mijdara 2018'an a li Bakurê Kurdistanê kir rapor û parve kir. Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê Parêzer Deryan Yildirim daxuyanî xwend. Endama Komîsyona Jinê ya Şaxê ÎHD'ê Yuksel Aslan Acer jî rapor eşkere kir.
 
Ewil Derya Yildirim daxuyanî da û diyar kir ku tundiya zayendî, çandî, derûnî fîzîkî û mobbîng li jinê hatiye kirin û polîtîkayên dewletê li şûna ku pêşî li tundiyê bigirin, hîn bêhtir rê li ber tundiyê vekirine. Yildirim, bal kişand ser girtina saziyên jinan ên di serdema OHAL'ê de û wiha got: "Di vê pêvajoyê de saziyên jinan hatin girtin. Rêveberên Jinan hatin girtin. Ji kar hatin îxrackirin, Li  girtîgehan rastî lêgerîna tazî hatin." 
 
DI 6 SALAN DE TUNDÎ ZÊDE BÛ
 
Yildirim destnîşan kir ku ji sala 2012'an û virde daneyên der barê tundiya li dijî jinê kom kirine û kirine rapor û wiha got: "Di 6 salên dawî de tundiya li dijî jinan zêde bûye. Ji ber ku li dijî tundiya dijberî jinê polîtîkayên çareseriyê ava nekirine av tundî zêde dibe. Di xebatên dokamantasyon û raporê yên salek dawî de daneyên balkêş hene. Di salek dawî de li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat, di encama tundiya hundirê malê û nava civakê de 53 jin rastî tundiyê hatine û jiyana xwe ji dest dane. Dîsa 30 jinên rastî tundiyê hatine birîndar bûne. Di 6 salên dawî yên li herêmê de 374 jin hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de 220 jin birîndar bûne. 50 jin rasti tundiya zayendî hatine." 
 
Yildirim,  destnişan kir ku daneyên ku şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom kirine tenê daheyên herêmê ne û wiha bi dawî kir: "Di rapora dawî ya Tundiya li Dijî Jinê û Koma Çalakiyan a Pispor a li Dijî Tundiya Hundirê Malê (GREVIO), di polîtîkayên Tirkiye yên giştî de ne wekheviya jin û mêr heye. Di raporê de hat destnîşan kirin ku daxuyaniyên hikûmetê ku rolên hundirê malê li ser jinan ferz dike li dijî Peymana İstanbulê ye. Dosyayên der barê tundiya li dijî jinê yên diçin ber destê darazê de lêpirsinek bi bandor nayên kirin. Taciza Zayendî û Êrîşên Zayendî yên diçin darazê nayê lêpirsîn. Gelek dosya bi destê darazê aloz tên hiştin. Hêj di dozên tundiya li dijî jinê de mêr ji cezayê kêm û halê baş sûdê digirin." 
 
Yildirim, herî dawî destnişan kir ku heta tundiya li dijî jinê bi dawî bibe dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
WAN 
 
Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Ji ber destûr nedan li ber Qesra Edliyê daxuyaniyê bidin, li nêzî edliyê daxuyanî dan. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Rêvebera Baroya Wanê Rabîa Ozgokçe daxuyanî da û bal kişand ser polîtikayên hikûmetê. Ozgokçe, diyar kir ku 25'ê Mijdarê roja têkoşîna jinên wêrek a li dijî tundî, cudakarî, zextên di nava malê de, nijadperestî, zayendîparêzî, înkara mafê jinê û pergala serdest a mêr e. 
 
TUNDÎ JI SEDÎ 400 ZÊDE BÛ 
 
Ozgokçe, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên mêrê serdest bêtir qada jiyanê li jinan teng dikin û ji nava civakê qut dikin û wiha got: "Sedema vê yekê ji ber jin tirsa şewnê wan in. Tundiya li dijî jinê pirsgirêkek mezin û giran e. Li gorî raporên navneteweyî û heyetên rêxistinên civakî û li gorî çavkaniyên dewletê di sala 2017'an de 409, di 10 mehên sala 2018'an de jî 336 jin ji aliyê mêrê serdest ku hêza xwe ji pergalê digire ve hatine kuştin. Di serdema hikûmeta niha de tundiya li dijî jinê ji sedî Hezar û 400 zêde bûye. Dîsa li gorî daneyên çavkaniyên dewletê, li welatê me her roj Nêzî 400 jin rastî tundiyê tên. Li Tirkiye ji her 10 jinan 4 jê rastî tundiyê tên. Jina rastî tundiya bav, hevjîn, bira heval û patronan tê, dema xwe davêje dexlê darazê. Lê li şûna daraz wan biparêze, li vir jî rastî tundiya darazê tên. Mînak li TOKÎ ya Kevenlî ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 24'ê Kanûna 2016'an de Şehrîban Dînç a 24 salî ku hevserê wê Esat Dinç ew kuşt, beriya hevjînê wê, wê bikuje, bi dehan caran serî li polîs û rayedarên darazê dan û gilî kir. Lê tedbîr nehatin girtin û taliyê hat kuştin. 
 
DAXWAZÊN BAROYÊ TÊN REDKIRIN
 
Ozgokçe anî ziman ku Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê, gelek caran ji bo doza jinan biparêze serî li rayedarên darazê daye, lê ev daxwaza komisyona baroyê hatiye red kirin û wiha bi dawî kir: "Jina ku hêj nehatiye kuştin bê parastin tê hiştin, piştî hat kuştin disa bê parastin tê hiştin. Dîsa navendên ku raste rast xizmetê dide jinên rastî tundiyê tên, tune ye. Ji ber vê yekê jinên rastî tundiyê tên derî bi derî digerin û nikarin mafê xwe biparêzin. Zorê li wan dikin ku biçin Saziya Tipa Edlî û neçarî muayineya jinekolojik dikin. Li herêma me her roj sivîl tên kuştin. Bi tundiyê êdî kuştin hatiye rewakirin. Ruyê şer ê qirêj herî zêde bandorê li ser jinê dike. Piştî hat kuştin jî cenazeyê jinê tazî dike û teşîr dike. Mînaka vê yekê kuştina Kader Kevser Elturk e. Ev ruyê şer ê qirêj nîşan dide. Di serdema qedexeya kolanan de Cemîle Çagirga ya 10 salî Selamet Yeşilmen û Meryem Sune ya 45 sali û gelek kesên din bûn hedefa guleyên şer. "