Parlamenterên jin ên HDP’î: Em ê bi vînek bihêztir beşdarî hilbijartinê bibin

  • jin
  • 11:58 14 Cotmeh 2018
  • |
img
AMED - Parlamenterên jin ên HDP’î, operasyona navenda wê Amed pêk hat weke êrîşa li dijî vîna jinan nirxandin û gotin: “Em ê bi vînek bihêztir beşdarî hilbijartina herêmî bibin.”
 
Di çarçoveya operasyonên li dijî siyasetmedar û rojnamegeran ên navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat de, ji 141 kesên hatin binçavkirin 25 kes hatin girtin. Parlamenterên jin ên HDP’ê, diyar kirin ku bi girtinan êrîşî vîna jinan dikin. 
 
TOSUN: DÊ JIN DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye  Tosun, bal kişand ser daxuyaniya Serokkomar Erdogan a “Emê qeyûm tayîn bikin” û wiha axivî: “Tifaqa AKP û MHP’ê bi van operasyonan dixwazin peyam bidin partiyên mûxalîf. Çi dibe bila bibe, dê gel bi hêzek mezintir xwedî vîna xwe derbikeve. Jin dê bi van operasyonan dest ji têkoşîna xwe bernedin. Hevaleke me tenê jî bimîne, dê xebatên xwe berdewam bike. Emê vînek bihêztir beşdarî hilbijartinê bibin. Gel dê di sindoqan de bersivu herî xurt bide.”
 
DAG: OPERASYON ENCAMA DIJMINANTIYA JINÊ YE
 
Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag jî, diyar kir ku serkeftina di 24’ê Hezîranê de encama xebata jinan bû û  wiha got: “Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê, bi tayetî li dijî jinên HDP’î êrîş pêk hatin. Di operasyonên pêk hatin de 63 jin hatin binçavkin û 13 jn hatin girtin.  Ev desthilatdar dijminantiya jinê dike. Ev operasyon encama dijminantiya AKP’ê ya jinan e. Jin dê li dijî operasyonan bi hêztir beşdarî xebatên hilbijartinê bibin. Emê hemû destkeftiyên xwe ji qeyûman bistînin. Emê bi şaredariyên xwe re şaredariyên nû jî qezenc bikin. Bi van operasyonan dê nekarin gel bitirsînin û teslîm bigirin.”
 
GUZEL: AKP’Ê STARTA HILBIJARTINÊ BI OPERASYONAN DAN
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî, da zanîn ku bi girtinan êrîşî vîna jinan dikin û wiha bilêv kir: “Emê bi gelê xwe re xebatên hilbijartinê bi rêve bibin û bi ser bikevin. AKP’ê bi operasyonên li dijî HDP’ê starta hilbijartinê da. Jin û gel di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi awayekê cîdî xwedî HDP’ê derketin. Ji ber vê dixwazin vîna jinan bişkîn in. Bila hemû kes baş zanibe, ligel hemû êrîş û operasyonan jî rojek tenê be jî, emê  şaredariyan ji dagirkeriya qeyûman rizgar bikin. Di çarçoveya operasyonê de bi ser mala parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî de jî girtin. Hevala me ligel ku hatiye hilbijartin û girtiye bi ser mala wê de girtin. Bi van operasyonan êrîş têkoşîna jinan dikin. Em ê tu carî van êrîşan qebûl nekin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”