Jinên HDP’î li hev civiyan

  • jin
  • 12:51 13 Cotmeh 2018
  • |
img
MANÎSA - Li Manîsayê rêveberên HDP’ê bi jinan re li taştê hatin gel hev.  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsa, bi armanca piştevaniya bi jinan re li taştê hatin gel hev. Jin li avahiya HDP’ê ya navçeya Şehzadeler a Manîsayê kom bûn û pankara “Jin jiyan azadî û “Jin ji bo pêrojê xwe bi rêxistin dikin” bi salonê taştê ve daliqandin. Ligel Dayîkên Aştiyê gelek jin beşdarî taştê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Manîsa Guvercîn Unaldi, di taştê de axivî û got: “Qada jiyanê ya herî xweş û xweşik ji jinan pêk tê.  
 
Unaldi, da zanîn ku zemînê demokrasiyê li Manîsayê  pir bi hêze û wiha bilêv kir: “Ji ber vê dewlet tim êrîşê vir dike. Li dijî hemû êrîşan emê bê westanadin têkoşîna xwe bi rêve bibin. Îro tecrîtek girankirî li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. Ji bo ku em tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkînin, divê em ligel hev bin. Li dijî pergala desthilastdar em çiqasê bên gelhev, emê ewqasê karibin bi ser bikevin.”