Ev cih warê piştevaniyê ye

  • jin
  • 09:33 22 Cotmeh 2017
  • |
img

MÛGLA – Li Datçayê, li “Cihê Hunera Kuçeyê ya Destan” ku ji aliyê jinan ve hat çêkirin û ji 18 dezgehan pêk tê, jin tiştên ku bi destan çê dikin difiroşin. Li vî cihî bi her awayî piştevanî heye. 

Li Taxa Şîrînler a Datçaya Mûglayê, jinan “Cihê Hunera Kuçeyê ya Destan” çê kir. Ev cihê ku ji 18 dezgehan pêk tê, rastî eleqeyeke zêde tê. Jin tiştên ku bi destan çê dikin difiroşin. 
Jin her serdem 425 lîreyî heqê van dezgehan didin Şaredariya Datçayê. 
 
Ji van jinan dayika 4 zarokan Ferhurye Biçim (45), ji Bismila Amedê koçî Datçayê kiriye û ev 10 sal in morîkan û ji textan tiştan çê dike. Biçim, diyar kir ku ew bi malzemeyên ku ji xwezayê berhev dike tiştên xişir û xemlê, şar û bandajan çê dike. Biçim, anî ziman ku armanca wan ew e ku muhtacî kesî nebin û mesrefên dibistanê yên zarokên xwe derxin. Biçim got ku edî ew bêyî muhtacî kesî bibe debara zarokên xwe dike. 
 
Biçim, diyar kir ku ew serê sibehê zû dest bi kar dikin û wiha got: “Hemû jin li ser dezgehên xwe karên xwe dikin. Em qet neçûn qursan, em li malê çê dikin. Li vir di nav jinan de piştevaniyek heye. Em wek malbatekê ne. Em alîkariya hevdu dikin. Li vir tenê jin li ser dezgehan naxebitin, li dikanan jî dixebitin. Her kes tiştên diyariyî dikire. Piştevaniya jinan wek piştevaniya malbatê ye.” Biçim, dest nîşan kir ku îro li cîhanê destektinên herî mezin bi berxwedana jinê bi dest ketine û wiha bang li mêrên ku berxwedana jinê nabînin kir: “Em li kuçeya ku berxwedan û serdestiya jinê lê ye ne. Kuçe yên me ne.”