Bi têmaya jinê û zarokan bûyerên civakiyî resm dike

  • jin
  • 09:30 23 Îlon 2017
  • |
img

ÎZMÎR – Wênesaz û hunermenda kolajê Dr. Vedia Yeşim Bayanoglu ku di xebatên xwe de bûyerên civakî bi têmaya jinê û zarokan vedibêje wiha got: “Divê armanca sereke ya pêşangehên wêneyan ne firotina tabloyan be.” 

Wênesaz û hunermenda kolajê Dr. Vedia Yeşim Bayanoglu (53) ku bûyerên civakî bi têmaya jinê û zarokan vedibêje, ji zarokatiya xwe de eleqeya wê ji bo wêneyan hebûye û ji ber vê dest bi hunera kolajê kiriye. Heta niha xebatên xwe li 111 pêşangehan nîşan daye. 
 
'WEK LÎSTIKEKÊ MIN DEST PÊ KIR` 
 
Bayanoglu, diyar kir ku wê di jiyana xwe ya dibistanê de dema ku dihat malê pirtûkên xwe datanîn hêlekê û bi wêneyan re eleqedar dibû. Bayanoglu, got ku li gel bijîşkiyê ew bi hunerê re jî bilî dibe. Bayanoglu, dest nîşan kir ku ji bo ew hunera xwe bi awayekî profesyonel îcra bike wê li Zanîngeha Gaziyê Beşa Wênesaziyê jî xwendiye û dema wê Lîsansa Bilind dixwend wê dest bi xebatên boyaxa rûnî jî kiriye. Bayanoglu wiha domand: “Demeke bi boyaxên rûnî re bilî bûm. Boyaxên rûnî ez zaf westandim. Paşê min xwest hinekî bilîzim. Min dest bi hunera kolajê kir. Wêneyên tualê yên min neecibandin û qetandin, sîlîgrafên min ên nîvçe, wêneyên ku min ji kovar û rojnameyan jê kirin hêdî hêdî min anîn gel hev. Pêşî wek lîstikek be min dest pê kir, paşê min nihêrî ev kar ber bi cidîbûnekê ve diçe. Û min berê xwe da hunera kolajê. Hîn jî kolajê çê dikim. Di pêşangehên xwe yên nû de jî dixwazim kolajê çê bikim. Car heye ku hûn bi malzemeyekê tenê jî xwe baş hîs dikin.” 
 
JIN Û ZAROKAN VEDIBÊJE 
 
Bayanoglu anî ziman ku pêşangeha wê ya ewil “Yonyitimi” bûye û ev tişt gotin: “Di Yonyitimiyê de hûn dixwazin pêrgî jiyaneke baştirîn bên. Lê bereksê wê hûn bi cîhaneke ku ji serdema navîn xerabtir rû bi rû dimînin. Şeran, komkujiyan, qirkirinan bifikirin. Bi rastî jî fikirîm ku me hêla xwe winda kiriye û ji ber vê min xwest vê yekê nîşan bidim. Di pêşengeha min a  bi navê Tozpembeyê de jî li vê cîhanê hemû tiştên ku min nerihet dikin mesela; şideta li dijî jinê, şer, tacizkirina zarokan û hwd. Min xwest wan nîşan bidim. Bi îroniyî balê dikêşim ser vana.”  
 
'DIVÊ ARMANC NE FIROTINA TABLOYAN BE'
 
Bayanoglu dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê qîmeta huner û hunermend tune ye û wiha got: “Bersiva herî baş ku ji bo vê nirxê bê dayîn dîsa bi hunerê ye. Divê armanca sereke ya pêşangehên wêneyan ne firotina wêneyan be. Bila mirov bên bibînin, bila çîroka xwe biafirînin. Divê pêwendiya me bi hev re hebe û em hilberînin. Niha plana min ew e ku pêşangeheke kolajî li dar bixim. Tercîha min vegotiba wêne û hunera min e. Ez kesên li hunera min dinihêrin tercîh dikim. Bila hemû zarok ji ser kompîturan rabin û bi destên xwe hin tiştan çê bikin. Heke bivê bila ji heriyê peykeran çê bikin. Heke bivê bila biqetînin û bizeliqînin.”