'Penaberî rîska îstismarkirinê zêdetir dike'

  • jin
  • 09:13 23 Tebax 2018
  • |
img
 
STENBOL - Dildara KADAV'ê Ozgul Kaptan, destnîşan kir ku penaberî û koçberî rîska îstismarkirina zayendî zêde dike û got: "Ya ku dibê bê kirin ew e ku polîtîkayên rê li ber îstismarkirina zayendî bigirin pêk bên." 
 
Piştî îşkence û muameleya kirêt a li Kampa Penaberan a Telhamûtê ya li Rihayê ku jin û zarok pê re rû bi rû man ket rojevê, me der barê vê rewşê de bi dildara Weqfa Piştevaniya Jinê (KADAV) Ozgul Kaptanê re axivî. 
 
Kaptan, destnîşankir ku di sala 2017'an de hejmara kesên ji ber şer û bûyerên afetî koç kirine 258 milyon in û piraniya vana jin û zarok in. 
 
Kaptan got: "Eger penaber derbasî sînorên welatekî didin bûbin, ji ber bi ziman û çanda wî welatî nizanin ji bo bibin xwediyê statuyeke hiqûqî, ji bo debara xwe bikin û bixebitin tev digerin. Helbet li wî welatî polîtîkayên koçberiyê jî sînordar in. Helbet ji bo 68 milyonên ku bi zorê hatin koçberkirin ev rewş girantir e. Bi ciyawaziyê û bi nêzîkatiyên dijminahiyê re rû bi rû dimînin. Bi kedkaxwariyê re rû bi rû dimînin. xebata bi heqdesteke erzan rê li ber fuhûşê vedike. Helbet herî zêde ev rewş tesîrê li jin û zarokan dike." 
 
‘JIYANA LI KAMPAN JI BO JINAN PIRSGIRÊK E' 
 
Kaptan, diyar kir ku bi salan e kamp ji bo venihêrîna civaka sivîl re girtîne. Kaptan, diyar kir ku li gorî standardên gerdûnî li kampan bicihkirina ji nû ve herî zêde meheke e, lê belê li Tirkiyeyê ev yek 8 sal in. Kaptan got: "Di du salên dawî de ev yek pir hat kêmkirin, daket ji sedî 5'an. lê hîn jî 2010 hezar û 177 kes li kampan dijîn. Jiyana li kampan nemaze jî ji bi jinan cihê pirsgirêkan e. Qadeke wan a taybet namîne. Sûdê ji derfetên civakiyî û hilberînê nagirin." 
 
‘PENABERÎ RÎSKA ÎSTISMARKIRINA ZAYENDÎ ZÊDETIR DIKE' 
 
Kaptan, destnîşan kir ku penaberî û koçberî rîska îstismarkirina zayendî zêdetir dike. Kaptan, diyar kir ku ji ber îhtimala bêcezakirinê bi awayekî otomatîk kiryarên potansiyelî wêrek dike û got: "Ji ber tirsa dê bên dersînorkirin, dema doza mafê xwe dikin bi ciwayaziyên din re rû bi rû dimînin, tirsa fîşkirinê û ji ber hay ji mafê xwe tune ne ji bo jin û zarokên penaber û koçber rîskeke mezin e. Her wiha di bin navê 'zewicandinê' de zewaca duyemîn jî heye. Li gorî qanûnên Komara Tirkiyeyê ev dagirî ye." 
 
‘DIVÊ POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ ÎSTISMARKIRINÊ PÊK BÊN' 
 
Kaptan, der barê skandala li Kampa Telhamût a li Rihayê de jî got: "Ya ku dibê bê kirin ew e ku polîtîkayên rê li ber îstismarkirina zayendî bigirin pêk bên. Dema em dibêjin polîtîkayên rêgirtinî, divê beriya her tiştî îstismarkirina zayendî wekî hin tiştên munferît neyên fêmkirin. Îstismarkirina zayendî jî di nav de her cure şidet ji ber newekehviya zayendî ye û ev bi cezayan tenê nayê astengkirin." 
 
‘PIŞTAVNIYA JINAN DIVÊ' 
 
Kaptan got: "Beriya her tiştî divê bê zanîn têkoşîna li hemberî şidetê ne tirkiyeyî, sûriyeyî, efrîkayî, avrasyayî ye. Sedema sereke ya şidetê yek e. Tevdîrên ji bo wê jî divê yek bin. Dema astengkirina şidetê tê gotin, em dibînin ku perwerdekirina kiryarên potansiyel zêde dibe. Yanî herî zêde tişta tê bilêvkirin perwerdekirina mêran e. Elbet ev yek dibe ku tevkariya hişmendiya wekheviya zayendî bike, lê ne karê ewil e. Çimkî zayendiya civakiyî ya ku em behsa wê dikin, di nav sîlsîleya şidet-hêzê de ye. Loma ji bilî hêzdarbûyîna jinan pêv wekî din tu rê tune ne. Qesda me ya ji hêzdarbûyînê elbet tenê ne ya aborî ye. Ji bo vê jî piştevaniya jinan divê." 
 
MA / Necla Demir