Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin

  • jin
  • 09:16 10 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL -  Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparstinê didin. Jinan destnîşan kir ku pêşî bi awayekî fikrî hay ji xwepasrtinê çêdibin û gotin: "Pêşî em mêrê ku şidetê dike teşhîr dikin. Eger ev ne bes be, em xweparstina xwe dikin." 

Li hemberî şideta li dijî jinan jin diyar dikin ku xweparastin tiştekî rewa ye. Ji ber vê jin eleqeyeke êde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin. Jin tev li van atolyeya bûn, bal kişandin ser girîngiya xweparastinê. 
 
Bûket Karaçayli (24) ku tev li atolyeyên xweparastinê dibe, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinan têkildarî rojeva polîtîk a welat e. 
 
Karaçayli, bilêv kir ku ew tim bi mînakên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û herî zêde jî di dema Rewşa Awarte te ew bi şidetê re rû bi rû mane. Karaçayli, da zanîn ku şideta li hemberî jinan ji sedî 300 zêde bûye ûg ot: "Şidetaa li hemberî jinan beriya îktîdara AKP'ê jî hebî, lê di dema AKP'ê de ev zzêdetir bû. Di vê demê de şideta li hemberî jinan, tacizên zayendî û û îstismarkirina zarokan zêde bûn. Ev yek têkildarî polîtîkaya ku AKP bi rê ve dibe." 
 
‘XWEPARASTIN TÊKOŞÎNA BÊHNSTENDINÊ YE' 
 
Karaçayli, diyar kir ku bi krîza aborî re mêrên ji ber şik û gumanên rojane dema diçin malê şidetê li hevjînên xwe dikin û ev yek li hesabê îktîdarê tê. 
 
Karaçayli, diyar kir ku li hemberî vê rewşê jin serî li xweparastinê dide û ev yek li hesabê pergalê û dewletê nayê û got: "Çimkî ev yek pergalê xera dike. Jin nikare serî hilde, divê şideta ku lê tê kirin qebûl bike. Ji ber ku ev yek sîstematîk e, darzeke mêrî ya ku destekê dide vê yekê heye. Me ev yek di mînaka Nevîn Yildirimê de dît. Em baş dizanin ku çawa bû rojev. Mesela çapemeniya hewzê navê Nevîn Yildirimê nizane. Tenê wekî jineke ku qirikê jê dike dizane. Lê ev yek ji bo jinan ne wisa ye. Xweparastin bi temamî têkoşîna bêhnstendinê ye." Karaçayli, destnîşan kir ku ew pergala heyî, pêvajyê dadê û daxistina cezayan qebûl nakin û loma xweparastin ji bo wan mafekî rewa ye û girîng e. 
 
Gozde Çelîk (25) ku li atolyeya xweparastinê perwerdekar e jî, destnîşan kir ku dema şidet zêde bibe divê mekanîzmayeke parastinê têkeve dewrê. Çelkî, bilêv kir ku neteşhîrkirina şidetê û dijderneketina li hemberî wê dê jinan bi paş ve bibe. 
 
Çelîk got: "Dema şidet dest pê kir divê jin li hemberî wê nemelisin, xwe biparêzin û hay ji hebûna xwe ya fizîkî hebin. Ev rewş ji bo herkesî refleksek e. Her wiha ji bo jinan pir girîng e. Helbet e nabêjin li mêran bidin û tim şidetê bikin, lê divê li hemberî mirin û şidetê jin xwe biparêzin û ji bo vê xweparastin girîng e. Divê hemû jin hay ji vê yekê hebin." 
 
Çelîk, anî ziman ku îktîdar bi pergala hiqûqê û cezayê ku dide şidetê wekî tiştekî asayî nîşan dide, lê belê li hemberî vê yekê her cure xweparastin rewa ye û got: "Em pêşî teşhîr dikin. Em pergala mêrî ya şidetê li me dike teşhîr dikin. Eger teşhîr ne bes be, em xwe diparêzin. Em xweparastinê bi pêş dixin û em bi awayekî fizîkî xwe diparêzin." 
 
‘WERIN EM MAFDARIYA XWEPARASTINÊ NÎŞANÎ HERKESÎ BIDIN' 
 
Çelîk bang li hemû jinan kir ku tev li atolyeyên xweprastinê bidin û got: "Em pêşî bi awayekî fikrî hay ji xweparastinê çêdibin û rê li ber digirin. Paşê em bi awayekî fizîkî xwe perwerde dikin. Werin em bi hevdu re hêzdar bibin û mafdariya xweparastinê nîşanî herkesî bidin." 
 
MA / Necla Demir