'Biryara der barê Kaçmaz de dê rê li ber darizandina kujerê Hêlînê jî veke'

  • jin
  • 11:27 18 Cotmeh 2017
  • |
img

ENQERE - Parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku heke Dadgeha Bilind der barê dosyaya Hatîce Kaçmaz a ku dadgeha herêmî biryara "bi zanebûn kuştiye" xirab bike, dê bibe biryareke emsalî û wiha got: "Heke biryar xirab bibe, ew mêrê ku Hêlîn kuşt, dê pêşî li darizandina wî jî vebe."

Li taxa Yenîmahalleyê ya Enqereyê mêrê bi navê Orhan Munîs, di 13'ê Îlona 2014'an de hunermenda TRT'ê Hatîce Kaçmaz li parkekê ji 16 cihan kêr kiribû ew qetilkiribû. Dadgeha herêmî biryara "bi planî kuştiye" Munîs sûcdar dît, lê kujer Munîs di parastina xwe de gotibû ku "ez di asta girêdanê de min hez ji wê dikir" ji ber vê ew kuştiye.
 
Alîkarê Serdozgerê Dadgeha Bilind Abdullah Er jî der barê doza ku li dadgeha bilind tê dîtin de teblîxname amade kir û got ku "ne di warê teqîna hêrsê de kuştin pêk hatiye" mutalaa da û xwest biryar bê xirabkirin. Parêzera Kaçmaz, Ceren Şîmşek diyar kir ku heke biryara 1'emîn Dayreya Cezayê Giran a Dadgeha Bilind xirab bibe, dê biryar di warê dozên kuştinên jinan de bibe emsal.
 
Şîmşek destnîşan kir ku dadgeha herêmî di biryara Kaçmaz de biryara "ne bi planî kuştiye" daye û ev jî wekî hişmendiya mêrî ya di darazê de xwe dide der da nîşan. Şîmşek aşkera kir ku bêcezayî rê li pêşiya kuştinên nû vedike û wiha pê de çû: "Kesê Kaçmaz kuşti berê xwûşka xwe jî kuştiye û di vê dosyayê de jî bi 'daxistina texrîkî ya bê baf'î bi şertê kontrola venêranê serbest hatiye berdan. Bersûç di dema venêrana serbestî de Kaçmaz kuşt. Rewşa bêcezabûnê rê li ber kuştinan vedike."
 
'DÊ BIRYAR REWŞA KUJERÊ HÊLÎNÊ JÎ ZELAL BIKE'
 
Rojên borî li Stenbolê Mustafa yîgît (21) Hêlîn Palandoken (17) qetilkiribû, Şîmşek ev jî wekî kuştineke dişibin hev şîrove kir û anî ziman ku heke di dosyaya Kaçmaz de biryara "bi zanebûn kuşt" biryar bê xirabkirin, dê ev doz bibe emsal û wiha pê de çû: "Kuştina Hêlînê jî bi planî ye. Kujerê Hatîcê jî dibêje ku min kêr ji bo serjêkirina qurbanê standiye, mêrê bi çekê jin kuştiye jî dibê min çek ji bo nêçîrê standiye. Lê ev çek çima her dem li dijî jinan tê xebitandin.?"
 
MA / Dîren Yurtsever