Li qadên jiyanê yên girtiyan kamera tên bicihkirin: Fermana wezaretê ye!

  • jin
  • 09:03 4 Gulan 2025
  • |
img

STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku tê xwestin li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li qadên jiyanê yên girtiyan kamera bên bicihknirin û got: “Wezaretê bi xwe fermana vê da ye û ev sepan derhiqûqî ye.”  

Amadekarî tên kirin ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li qadên jiyanê yên girtiyan kamera bên bicihkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan têkildarî mijarê di 2’yê Gulanê de bi girtiyan re hevdîtin kir. 
 
 
Newroz Uysal Aslan têkildarî hevdîtinê axivî û da zanîn ku li girtîgehê gelek binpêkirinên mafan tên kirin. Newroz Uysal Aslan, got: “Hewldan çêbûne ku kamerayên ode û serşokên girtiyan dibînin bicih bikin. Her wiha ji bo li hewşa girtîgehê û qadên hevpar kamera bên bicihkirin, dîwar hatine qulkirin. Ji girtiyan re gotine ku dê li van deran kamerayan bicih bikin. Girtiyên jin gotin ku ew li dijî vê derketine, ew ê qebûl nekin ku qadên wan ên jiyanê 24 saetan bên şopandin, ev yek yekser mudaxilekirina jiyana wan û mehremiyeta wan e. Û li dijî vê daxwazname dane û li dijî vê derketine.” 
 
'WEZARETÊ FERMAN DA YE’
 
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku ev xebat di 28’ê Nîsanê de dest pê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di roja 1’ê Gulanê roja betlaneyê de personelên teknîkê hatine û ji girtiyan re gotine ku dê kamerayan bicih bikin. Girtiyên jin jî gotine ku roja betlaneyê ye û daxwazname dane. Gotin ku heta bersiv ji wan re neyê dayin û heta rêveberiya girtîgehê di vê mijarê de daxuyaniyekê nede ew ê qebûl nekin kamera bên bicihkirin. Ji ber vê jî bi hinceta betlaneyê hatiye sekinandin. Di 2’yê Gulanê de jî ji girtiyan re hatiye gotin ku bicihkirina kamerayan ne helwesta rêveberiya girtîgehê ye, li ser fermana ji Wezareta Dadê wan dest bi kirariyeke wiha kirine. Li ser vê yekê, girtiyan jî ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, ji Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê û dozgeriya girtîgehê re daxwazname nivîsandine, gilî kirine û bertek nîşan dane.” 
 
'MUDAXILEYA LI DIJÎ QADÊN JIYANÊ’
 
Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku ev rewş binpêkirina destûra bingehîn e û wiha pê de çû: “Aşkeraye ku ev sepan li dijî qanûnan e. Lê mixabin li Tirkiyeyê di gelek girtîgehan de di bin navê ewlehiyê de hewl didin van sepanên nehiqûqî rewa nîşan bidin. Ev rewş, mudaxileyeke yekser a li dijî jiyana girtiyan e. Parçeyeke zext, tehekûm, tecrîd û îzolasyona dewletê ya li ser girtiyan e. Bi şopandina 24 saetan a re dixwazin vê zext û tehekûmê mayinde bikin.” 
 
'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ HEVDÎTIN NEKIR’
 
Newroz Uysal Aslan, axaftina xwe wiha qedand: “Me ji rêveberiya girtîgehê xwest ku kamerayan nexin girtîgehê. Lê tevî ku ji bo hevdîtinê me saeta randevuyê diar kiribû jî, gotin amade nînin û bi hinceta li lijneyê ne bi me re hevdîtin nekirin. Em ê pêvajoya li wir bişopînin û ji bo kamera neyên bicihkirin jî em ê di asta komîsyon û wezaretê de mudaxile û hewldanên pêwîst bikin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû