Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir

  • jin
  • 10:06 18 Îlon 2024
  • |
img
MÛŞ - Şaredariya Gimgimê, li ser daxwaza jinên ku gelek caran ji gundan tên navenda bajêr Mala Bêhnvedanê ya Jinan vekir.
 
Şaredariya Gimgimê ya Mûşê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, daxwaza ji bo cihê bêhnvedanê ya jinên ku ji gundan tên navenda navçeyê, esas girt û Mala Bêhnvedanê vekir. Hevşaredar Gulbahar Kayayê diyar kir ku ew ê hemû xizmetên ku jin dixwazin yek bi yek pêk bînin.
 
MALA BÊHNVEDANÊ YA JINAN HAT VEKIRIN
 
Kayayê anî ziman ku şaredariyê giranî daye pêdiviyên jinan û di vî warî de plansaziyek çêkiriye û wiha got: “Dema ku em di dema hilbijartinê de li çarşiya navçeyê digeriyan, hevalên jin ji me re digotin ku dema ji gund tên navendê eziyetê dikişînin, diqefilin û li derve rûdinên li benda serwîsê disekinin. Me jî piştî hilbijartinê  ji bo pêkanîna van daxwazên jinan xebatek da destpêkirin. Em wiha fikirîn qet nebe maleke bêhnevdanê ya jinan hebe." 
 
Kayayê got: “Me qadeke ku hem nêzî çarşiya jor û hem jî ya jêr e diyar kir. Me hewl da ku em herêmeke mezin bibînin û me ew dît. Ez wekî hevşaredar carinan diçim wir û bi hevalên xwe yên jin re sohbet dikim. Em bi hev re rûdinin û li ser wê yekê dipeyivin ku heta serwîsên gund bên çi divê bê kirin. Em ne tenê li ser malên bêhnvedanê yên jinan di heman demê de li ser hewcedariya hevalên jin jî gengeşiyê dikin. Em wekî şaredarî tim û tim wir kontrol dikin û pêdiviyên pêwîst dabîn dikin."
 
‘EM Ê YEK BI YEK XEBATÊN XWE PÊK BÎNIN'
 
Kayayê bi bîr xist ku Navenda Şêwirmendiya Jinan ku di sala 2014’an de vekirine ji aliyê qeymeqam ve hatiye girtin û wiha got: “Projeya me ya niha vekirina Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan e. Daxwazek wiha jî heye. Dîsa hevalên jin ên li navçeyê dixwazin em li ser gelek mijaran atolyeyan li dar bixin. Em ê di demeke kin de Atolyeya Jineolojiyê vekin. Ez di sala 2016’an de li şaredariyê karmend bûm. Ez hem di beşa tundiyê de hem jî di navenda çandê de dixebitim. Armanca yekem a qeyûman derxistina jinan bû û kirin jî. Ji bo ku jin bigihîjin serxwebûna xwe ya aborî çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê Projeya Tekstîlê li gel Navenda Komkirina Şîr û Projeya Pakêtkirina Hingiv li navçeyê di demeke nêz de pêk bînin. Ji bo vê em xebatên destpêkê didomînin."