Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin

  • jin
  • 09:02 17 Îlon 2024
  • |
img

AGIRÎ - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Agiriyê Aynûr Karatay diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li qadan bin û bang li her kesî kir ku dengê xwe derxînin. 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 42 meh in tu agahî jê nayên girtin. Çalakî, xwepêşandan û kampanyayên li dijî tecrîdê didomin. Li hêla din bertekên gel jî roj bi roj zêdetir dibin. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Agiriyê Aynûr Karatay (58) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî. 
 
MÎNA ÇÎROKA 40 SALÊN DAWÎ YA KURDAN E
 
Karatay, li Taxa Îshak Paşa ya Bazîd a Agiriyê dijî û dayika 14 zarokan e. Karatay, zext û zilma li Karatay hatiye kirin, mîna çîroka 40 salên dawî ya gelê kurd e. Kurê wê Vehap Karatay di 1996’an de li Bazîdê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Kurê wê Abdullah Karatay jî 12 sal in girtî ye û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 22 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn. 
 
Piştî van girtinan, kurê wê Emrah Karatay di sala 2010’an de tev li PKK’ê bû û di 2017’an de li navenda Bazîdê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Keça wê Sitî Karatay (Ezda Avesta) jî di sala 2013’an de tev li PKK’ê bû û di 2016’an de li Şemzînanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê keça wê Sitî Karatay jî di 8’ê adara 2022’yan di “Roja Jinan a Cîhanê” de di qutiyekê de radestî wê hate kirin. 
 
Hevjînê Karatay, Burhan Karatay jî di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û di 2018’an de li Girtîgeha Gîresûnê di encama krîza dil û di 67 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Tevî gelek nexweşiyên kronîk jî Karatay nehatibû berdan. 
 
Li gel zarokên xwe yên winda kirî û girtî, Karatay gelek caran hatiye binçavkirin, îşkencekirin û rastî muameleya xerab lê hatiye kirin. Karatay, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê Abdullah Ocalan were berdan. 
 
 
 ‘BI SALA YE JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞIM’ 
 
Karatay anî ziman ku bi sala ye ji bo aştiyê têdikoşe û wiha pê de çû: “Tecrîd, pêvajoya aştiyê xera dike û şer dijwartir dike. Lewma destê me yê aştiyê li ba dimîne. Birêz Ocalan rêberê gelê kurd e. Ev tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û em dixwazin tavilê were rakirin. Divê demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber ku malbata wê ji ber tenduristiya wî bifikar e. Ez vê polîtîkaya tecrîdê şermezar dikim. Birêz Ocalan 25 sal in li girtîgeha giravê li ber xwe dide. Dewlet bi tecrîdê hewl dide birêz Ocalan ji gelê kurd dûr bixe. Kurd di ferqa vê de ne û ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe didin.” 
 
‘EZ Ê LI QADAN BIM’
 
Karatay, destnîşan kir ku weke Dayikên Aştiyê ew ê ji bo rakirina tecrîdê her tim li qadan bin. Karatay, axaftina xwe wiha qedand: “Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne. Astengkirina hevdîtinan dê rê li ber şer û krîzên girantir veke. Di şexsê Ocalan de dixwazin hemû kurdan tecrîd bikin. Banga min ji bo gel e; dixwazin birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Li dijî tecrîdê divê her kes rabe ser pêyan û dengê xwe bike. Ez ê her tim li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan têbikoşim.”