Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye

  • jin
  • 09:01 26 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Di mekanîzmayên ku ji bo pêşîlêgirtina tundiyê hatine avakirin de, di mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê de xizmeta zimanê zikmakî tune ye. Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan têkildarî rapora ku amade kirine agahî da û diyar kir ku rêveberiyên xwecihî di vî warî de xwedî cihekî girîng in.
 
Komeleya Dema Jinan herî dawî rapora xwe ya "Şopandina gihandina jinên kurd ên li Stenbolê ji mekanîzmayên tundiyê yên bi zimanê dayikê di çarçoveya rêveberiyên xwecihî de" weşand. Rapor diyarî Fatma Altinmakas a ku di 14'ê tîrmeha 2020'an de li navçeya Melazgira Mûşê bi tecawizê re rû bi rû ma û ji ber ku bi tirkî nizanibû li midûriyeta polîsan îfadeya wê nehat girtin û piştre ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin hat kirin. Di bi hevdîtinên rû bi rû yên li navçeyên Beyoglu, Bagcilar û Sultanbeylî yên Stenbolê bi 75 jinan re hatiye amadekirin. Di çarçoveya raporê de bi şaredariyan re hevdîtin hatine kirin û hat destnîşankirin ka werger hene ku dikarin serlêdana tundiyê ya bi zimanê zikmakî bikin yan na. Rapor bi 3 zimanan kurdî, tirkî û îngîlîzî hat weşandin. 
 
Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan têkildarî rapora ku amade kirine ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ LÊKOLÎN NAYÊ KIRIN' 
 
Başalan anî ziman ku wan rapora ku di sala 2023'an de dest pê kiriye di nava salekê de amade kirine û weşandine û got ku wan di serî de bi jinên malê re hevdîtin kirine.
Başalan der barê hevdîtinên xwe de agahî da û got: “Hinek jin li taxa Hacî Ahmet a Beyoglû tenê dikarin biçin sûka taxê û ev der cihê civakîbûnê ye. Ev ji bo me rastiyek pir balkêş bû. Ji ber ku jinên li Stenbolê dijîn nikarin biçin navendên pêşîlêgirtina tundiyê, nikarin biçin malên taxên rêveberiyên xwecihî, navendên şêwirmendiyê û haya wan ji hebûna xwe jî tune ye. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Lê sedema herî girîng ew e ku lêkolîn bi zimanê zikmakî nayên kirin."
 
MEKANÎZMAYÊN PÊŞÎLGIRTINA TUNDIYÊ 
 
Başalan diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û hin şaredariyên din bi kurdî xizmetê didin û got ku divê her şaredarî vê xizmetê bike. Başalan anî ziman ku divê li gorî taybetmendî û nasnameya jinan mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê bigihêjin destê jinan û wiha axivî: “Ji bo vê yekê peymanên navneteweyî hene û ji bo têkoşîna li dijî vê jî pêkanîn hene. Rastiyek têkoşîna femînîst a wiha heye; Hemû jinan yek dibîne. Divê em hemû jinan di têkoşîna zimanê zikmakî de bibînin. Ev ne tenê pirsgirêka Komeleya Dema Jinan a Stenbolê ye, divê em zanibin dema jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin, xwe çawa pênase dikin? Divê em bifikirin ka ew çawa dikarin xwe hêsantir pênase bikin." 
 
GIRÎNGIYA ZIMAN 
 
Başalan anî ziman ku ew bi jinan re bi zimanê xwe yê zikmakî bi kurdî diaxivin û ji ber vê yekê jin dikarin xwe bi hêsanî îfade bikin û bi vî rengî jin dikarin tundiya li ser wan tê kirin bi awayekî rast vebêjin. 
 
Başalan anî ziman ku hê jî tundî rast nehatiye pênasekirin û tenê weke tundiya fizîkî tê dîtin û diyar kir ku di hevdîtinên xwe de wan asta tundiyê dîtine û got: "Têkoşîna li dijî tundiyê gelek girîng e." 
 
BI ŞAREDARIYAN RE XEBATÊN HEVPAR 
 
Başalan diyar kir ku ji bo xizmeta bi zimanê dayikê di mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan de xizmetê bikin dê bi şaredariyan re xebatên hevpar bimeşînin û ew ê lêkolînan bikin ka jin çawa bi hêsanî karibin bi zimanê xwe xizmetên bi zimanê dayikê bi dest bixin. 
 
Başalan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê xebatên xwe bi nîqaşan bidomînin ku em ê çawa bi şaredariyên li hemû taxên Beyogluyê re têkiliyên xwe baştir bikin û çawa dikarin hemû jinan bigihînin şaredariyê. Em dixwazin bi şaredariyê re der barê pirsgirêkên ku me di raporê de tesbît kirine, bi gotina 'em bi hev re çi bikin' pêşniyarekê bikin û hevkariyê bikin. Ji ber vê yekê me rapor weşand û bi van daneyên ku me bi dest xistine em ê têkoşîn û rêxistinê bikin.”
 
MA / Esra Solîn Dal