Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê

  • jin
  • 15:17 22 Tebax 2024
  • |
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî darvekirinên li Îranê çelenga reş a li ser “Darvekirinan rawestînin” dinivîsî danîn ber konsolosxaneyê û wiha got: “Dengê Peşxan û Şerîfeyê dê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ belavî hemû cîhanê bibe.”
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca bertekê nîşanî darvekirinên li Îranê bide li ber Konsolosxaneya Îranê hatin bahev. Lê polîsan hewl da jinên ku xwestin li vir daxuyaniyê bidin asteng bikin. Jinên ku bertek nîşanî polîsan dan, daxuyaniyên li ber Konsolosxaneya Îsraîlê hatin dayîn bi bîr xistin. Jinên ku tevî israr û bertekan polîsan nehiştin ew biçin ber avahiya konsolosxaneyê, bi wêneyên jinên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin li ber mertalên polîsan daxuyanî dan. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul a di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em bi armanca ji bo ji rojnamevan Pexşan Azîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammed a ji aliyê rejîma Îranê ve di 23’yê tîrmehê de cezayê darvekirinê li wan hate birîn bibin piştevan û nîşan bidin ku ew ne bi tenê ne û têkoşîn li her derê didome civiyan. Pexşan Azîzî di nameya xwe ya ku ji hemû rayagiştî ya cîhanê re banga hestiyariyê kir de wiha bang li me dike; ‘Ez û Şerîfe Mûhammed ne jinên ewil ne jî yên dawî ku di dora darvekirinê de disekinin û ji ber lêgerîna jiyaneke azad û birûmet hatine mehkûmkirinin. Lê belê heta ku can neyê dayîn azadî jî pêk nayê. Bedelê azadiyê giran e. Sûcê me ew e ku jin jiyan azadiyê bikin yek.’ Em bi vê çelenkê rejîma serdest a mêr ku li dijî cesaret, berxwedan û têkoşîna mafdar a her du hevrêyên me yên jin e şermezar dikin.” 
 
‘EV DENG DÊ BELAVÎ CÎHANÊ BIBE’ 
 
Gul di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin destnîşan bikin ku cezayên wiha dê rûmeta mirovahiyê biperçiqînin. Dengê Peşxan û Şerîfeyê dê weke berxwedana Jîna Emîniyê ji vir bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ belavî hemû cîhanê bibe. Li dijî vê zilma li Îranê bêdeng nemînin. Em li cem jinan, gelê kurd û hemû mazlûman bisekinin û li dijî van pêkanînên dermirovî têbikoşin. Em careke din bang li hikumeta Îranê dikin; ev cînayeteke û vê cînayetê bi dawî bikin. Rêzê ji mafên mirovan û hiqûqa navnetewî re bigirin û cezayên darvekirinê yên we derbarê Pexşan Azîzî û Şerîfe Mûhammed dayîne de rakin. Em li dijî van cezayan bisekinin û dest ji têkoşînê bernadin.”