Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin

  • jin
  • 09:05 19 Tebax 2024
  • |
STENBOL - Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û li dijî şerê li dijî kurdan ew ê bi KE'yê re bicivin û ew ê li ser vê bingehê bi saziyên jinan ên li Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn re jî li hev bicivin.
 
Çalakî û aktîvîteyên ku li çar aliyê cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin bi pêvajoyên kampanyayên cuda berdewam dikin. Li baskê kampanyayê yê Ewropayê ji bilî meş û mitîngan, panel û platformên nîqaşê tên meşandin. Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan, li ser planên çalakiyê yên di eksena kampanyayê de ji aliyê jinan ve tên kirin û di serdemên pêş de bên kirin, nirxandinên xwe ji ajansa me re kir.
 
Kaplan, da zanîn ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 10’ê cotmehê de li 74 navendan bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin bê navber berdewam dike û wiha got: “Bi vê hamleya ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, ji bilî xebatên giştî gelek xebatên me yên xweser çêbûn. Di vê çarçoveyê de komîte hatin avakirin, têkildarî paradîgmaya Serokatî de rojên xwendinê, nobetên hişyariyê, panel û li gelek bajarên Ewropayê meş hatin lidarxistin. Li gel rojbûna Serokatî, weke tevgera jinan me ji bo Serokatî kampanyaya nameyan dabû destpêkirin û ev heta 8’ê tîrmehê berdewam kir. Di vê kampanyaya 3 mehan de zêdetirî 20 hezaran îmze hatin komkirin û ji CPT’yê re hatin şandin. Daxuyaniyên têkildarî vê berdewam dikin.”
 
 ‘CPT HEWL DIDE XWE JI NAV VÎ KARÎ XELAS BIKE’ 
 
Kaplan, destnîşan kir ku têkildarî nameyên ku wan derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de ji CPT’yê re şandine daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û diyar kir ku CPT’yê berprisyariya xwe bi cih neanî ye. Kaplan, wiha domand: “Heke CPT bixwaze dikare raporê aşkere bike. Konseya Ewropayê (KE) rol û misyoneke wiha dayê. Lê dema dor tê Ocalan, merciyên siyasî nîşan dide û hewl dide xwe ji nav vî karî xelas bike. 41 meh in ji Ocalan agahî nayên wergirtin hêj li benda xetereyeke çawa ne. Armanc ew e ku tecrîdê li demê belav bikin û bidomînin.”
 
‘EWROPA RÛYÊ TECRÎDÊ YÊ NEYÊ DÎTIN E’ 
 
Kaplan bi bîr xist ku sîstema tecrîdê ya Îmraliyê di 15’ê sibatê de bi komploya navneteweyî re radestkirina Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê dest pê kiriye û destnîşan kir ku ne tenê Tirkiye, hemû hêzên navneteweyî yên komplo pêk anîn û xistin meriyetê, ji tecrîdê berpirsyar in. Kaplan bi lêv kir ku gelek welatên NATO’yê yên girêdayî Konseya Ewropayê jî parçeyek ji tecrîdê ne û wiha ev tişt got: “Dibe ku li Girava Îmraliyê li Tirkiyeyê Rêbertî dîl bê girtin, lê belê ev hêz li Ewropayê vê pergalê diparêzin, piştgiriyê didinê, li ser hiqûqê disekinin an jî bi biryareke siyasî ve girê didin. Ev hêz bi mantiqeke ku bi rengekî radîkal di tecrîdê de israr dikin û vediguherînin tecrîdkirina mutleq tevdigerin. Ev qanûnên Ewropayê ku xwe bi hiqûqa mirovên demokratîk û azad pêşkêşî cîhanê dikin, dema mijar tecrîda li ser Rêbertiya me be nabînin û nabîhizin. Ne pêkane ku em vê qebûl bikin. Di vî warî de em armanc dikin ku hem bi kampanyayên îmzeyan û hem jî bi CPT, Mafê Mirovan a Ewropayê ya NY’yê û rêyên hiqûqî yên cuda tecrîdê bişkînin.”
 
TÊKILDARÎ ŞER Û TECRÎDÊ DÊ BI KE’YÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN 
 
Kaplan, anî ziman ku ew ê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd di rojên pêş de bi endamên Konseya Ewropayê re hevdîtinan bikin û got: “Em ê di dawiya meha tebaxê û destpêka meha îlonê de hevdîtinên xwe pêk bînin. Me heta niha hin welatên girîng hilbijartibûn. Bi taybetî li cihên weke Fransa û Almanyayê xebatên me çêbûn. Lê komên welatên Ewropayê bi xwe hene, em pêşdibînin ku em ê bi van re yek bi yek hevdîtinan pêk bînin. Me daxwazên xwe  yên hevdîtinê ji komên Konseya Ewropayê re ragihandin. Bi siyasetmedar û parlamenterên girêdayî Konseyê re dê hevdîtinên me çêbin. Piştre em plan dikin ku nameyên vekirî ji rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên hiqûqî û rayedarên siyasî yên li Ewropayê re bişînin. Bêguman ev hemû hewldan dê yên jinan bin.”
 
‘JI PLATFORMA AŞTÎ Û EDALETÊ DÊ DAXWAZA ME ÇÊBIBE’ 
 
Kaplan, bi lêv kir ku dê di 1’ê îlonê de li Ewropayê Konferansa Platforma Aştî û Edaletê pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê weke jinan tev li konferansê bibin û daxwazên me yên girîng dê çêbibin. Di konferansê de bi taybetî em ê tecrîdê û bandora şer a li ser jinan bigirin dest. Ji bilî şerê Filistîn û Îsraîlê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdistana Federe hene. Em dibînin ku ev şerên ku bi destê mêran hatine destpêkirin rê li ber komkujî, tecawiz û koçan vedike. Di konferansê de wê bal were kişandin ser rol û mîsyona jinê ya di nava civakê de bi taybetî di eksena paradîgmaya Rêbertî de û em ê bixwazin ku li ser vê yekê avakirina jiyaneke nû were avakirin. Bi taybetî em ê daxwaz bikin ku jin di vê mijarê de di nava Platforma Aştî û Edaletê de bi pêşengî cih bigirin.”
 
‘LI DORA PARADÎGMAYA OCALAN DÊ BI RÊXISTINÊN JINAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’  
 
Kaplan da zanîn ku di pêvajoya nû de ew ê bi gelek saziyên cuda yên jinan ên li welatên Asya û Rojhilata Navîn û Ewropayê re li hev bicivin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi rêxistinên jinan re li dora paradîgmaya Rêbertî li hev bicivin. Dîroka vê bernameyê hê zelal nebûye, dema zelal bibe em ê ragihînin. Em hewl didin gav bi gav wan bixin meriyetê. Em têkildarî vê plan dikin ku konferansan li dar bixin. Di van xebatên ku em bikin de bi taybetî dê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û şer, têkildarî aştiyeke çawa bê kirin, nîqaşan bikin.”
 
MA / Esra Solîn Dal