Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin

  • jin
  • 20:18 18 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya “Ji darvekirinê re na” ku ji bo piştevaniya bi rojnamevan û aktîvîstên ji aliyê Îranê ve hatin girtin hatibû destpêkirin hate dirêjkirin. 
 
Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ragihand ku dema kampanyaya “Ji darvekirinê re na” ji bo 7 rojên din dirêj kir. Kampanya di 12'ê tebaxê de li dijî biryarên darvekirinê yên li dijî çalakgerên jin ên di girtîgehên dewleta Îranê de hate destpêkirin.
 
YRJ' ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re diyar kir ku wan dema hemleyê ji bo 7 rojên din dirêj kir. Piştî dirêjkirinê kampanya dê di 26’ê tebaxê de bi dawî bibe.
 
Li gorî daxwazên YRJˊê di 72 saetên borî de ji rêxistinên jinan ên cuda li Sûriye, Kurdistan û cîhanê wergirtine hemle hat dirêjkirin. Da ku rêxistin mijarên tevlêbûna hemleyê baş bi rê ve bibin.
 
YRJ'ê diyar kir ku ji dema hemle hatiye ragihandin ve, gelek rêxistinên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî û tevlêbûna xwe nîşan da. Ji wan rêxistinên tev li hemleyê bûne; YRJˊê, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclis û komîteyên jinan ên Rêxistinên Civaka Sivîl û rojnamegerên jin.
 
YRJ'ê destnîşan kir ku gelek alî û rojnamevanên Kurdistanê, Afrîka û Asyayê tev li kampanyayê bûn.
 
Berdevka YRJ'ê Arîn Siwêd ji ANHA'yê re diyar kir ku vîneke xurt û tevlêbûneke aktîv heye. Gelek pêşniyar ji hin rojnamevanên jin ve hatin kirin ku bi awayekî mezin balê bikişînin ser berxwedan û têkoşîna jinan, sekna li hember êrişan, piştgiriya têgeha serhildana ˊJin, Jiyan, Azadîˊ. da ku ev bibe bersiva êrişên li dijî jinan nexasim jinên Rojhilata Navîn û Îranê.
 
Arîn Siwêd da zanîn ku heta niha 3 hezar îmze bi awayekî elektronîk hatine komkirin û çaverê ye ku di civîneke çapemeniyê ya dawiya hemleyê de hejmara beşdaran dê were zelalkirin û pirsên rojnamevanan werin bersivandin.
 
Dê YRJ lîsteya îmzeyan ji Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî û rêxistina Humen Rights Watch re bişîne. Kesê ku bixwaze tev li hemleyê bibe dikare bi rêya vê lînkê beşdar be: yrj524234@gmail.com