Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê avakirina xwe îlan kir

  • jin
  • 13:43 29 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL - Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê avakirina xwe îlan kir. Koordinatora Platforme Gulseren Onanç, diyar kir ku di nava siyasetê de navê jinê tune, lê êdî platforma wan heye. 
 
Jinan li ser biryara ku di Zîrveya Edalet û Wekheviyê ya 30'ê Mijdar - 1'ê Kanûna 2017'an de girtibûn, Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê ava kirin. Jinan Platforma xwe li Odela The Marmara Pera bi civîna çapemeniyê îlan kirin. Nûnera Giştî ya Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu û gelek nûnerên saziyên jinan amade bûn. Di civînê de sînevîzyona ku jixebat û têkoşîna jinan pêk dihat hat pêşandan. Koordinatora Platforme Gulseren Onanç, di vekirina platformê de diyar kir ku di nava siyasetê de navê jinê tune, lê êdî platforma wan heye. Onanç anî ziman ku ne platformek siyasî ye, lê dê hemû jinan li dora xwe kom bike û jinan bi rêxistin bikin û wiha got: “Em dê rê li pêş hemû bê edaletiye bigirin. Jin dixwazin xwe bi rêxistin bikin û li hev kom bibin. Êdî ne pêkan e jin belavbûyî têbikoşin. Ji bo têkoşînê xebat û rêxistinbûn divê. Em dê bi medya civakî û xebaten din bibin dengê jinan û piştgiriyê bidin wan."
 
 
'DIVÊ EM LÊ XWEDÎ DERKEVIN'
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî anî ziman ku jinan platformek wisa ava kiriye wê bi kelecan dike û wiha got: "Di rewşa ku ew qas nirxên jnan tên tunekirin û rizandin de, avakirinek bi vî rengî gelek girîng û bi wate ye. Rêxistinek ku em lê xwedî derkevin e. 
 
'EM DÊ BI NÛÇEYÊN XWE PIŞTGIIRYÊ BIDIN' 
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Necla Demir, jî diyar kir ku avakirinek bi vî rengî gelek girîng e û we dê bi nûçeyên xwe piştgiriyê bidin û hewl bidin bibin dengê platformê. Ji ber ku pêdiviya jinan bi rêxistinek bi vî rengî heye, em wekî rojnamegerên jin em dê bi nûçeyên xwe piştgiriyê bidin." 
 
Prof. Dr. Fatmagul Berktay jî xwest êdî jin xwe ji tenêtiya sedsalan rizgar bikin. 
 
Piştî îlankirinê bi pirs û bersîvan bi dawî bû.