Jinên hatin îxrackirin: Ji bo AKP nebe îktîdar em ê biçin ser sindoqan

  • jin
  • 09:27 29 Gulan 2018
  • |
img

STENBOL - Jinên bi KHK'yan hatin îxrackirin, ji bo AKP dîsa nebe îktîdar ew ê biçin ser sindoqan û dê 24'ê Hezîranê ji bo demokrasiyê bibe gava ewil. 

Bi KHK'yan bi hezaran kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Jinên bi KHK'yan hatin îxrackirin, di çalakiyên ku li Qada Bakirkoyê li hemberî îxrackirinan hatin destpêkirin de di refên herî pêş de cih girtin. Jinên hatin îxrackirin diyar kirin ku kesên ew ji kar avêtine dê di dadgehan de hesab bidin û hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxandin. 
 
'NAMZETÊ ME DEMÎRTAŞ E'
 
Dayika 2 zarokan Talîa Alan, anî ziman ku piştî ew hatin îxrackirin bi her awayî mexdûr bûne û got: "Heta demeke dirêj betal mam. Min nikaribû mesrefê zarokan ê dibistanê bide. Her wiha min berê jî kredî kişandibû û min nikaribû heqê wê bide. Di warê aborî de pir tengijîm. Her wiha li hêla din jî bi çewisandinan re rû bi rû mam. Piştî îxrackirin atmosfereke ku wekî em bui darbekaran re tevgeriyane hat afirandin. Ji ber vê di navbera me û derdorê de pirgirêk rû dan. Piştî me li Qada Bakirkoyê li ber xwe da, ev atmosfer bela bû. Herî zêde berxwedanê piştevaniya min kir." Alan, anî ziman ku ew bawer dike ku dê hin tişt biguherin û got: "Em ê di hilbijartinê de destekê bidin Selahattin Demirtaş. Namzetê me Demirtaş e." 
 
‘JIYANA MIN SEROBINO BÛ' 
 
Nûray Şîmeşk jî, bilêv kir ku bêyî ku lêpirsînek jî hebe di şevekê de hatiye îxrackirin û got: "Piştî ku hatim îxrackirin jiyana min serobino bû. Serbixwebûna aboriyê ji dest min çû. Mecbûr mam mala xwe vala bikim. Heta demeke dirêj li cem hevalên xwe mam. Bi KHK'yan xwestin azadî, serbixwebûna aboriyê û jiyana civakî ya jinan ji dest wan bistînin. Lê belê jin li hemberî vê li ber xwe dan." Şîmşek, bal kişand ser hilbijartina 24'ê Hezîranê jî û diyar kir ku kî ji bo aştî, demokrasiyê têdikoşe û nahêle şer gur bibe, ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin wan. 
 
‘DÊ LI DADGEHAN HESAB BIDIN' 
 
Fatma Hakkin jî, diyar kir ku AKP wekî patronan tev digere û mirovan ji kar davêje û got: "Ew keda ku me bi xwêdan xwe bi dest xist, bin pê kirin. Îktîdarê xwest em ji ber çavan winda bibin. Em ne sûcdar in, em ne terorîst in. Sirf ji ber em muxalif in, em ji kar avêtin. Ev mafî herî însanî ye. Ya ku kirine neheqî ye. Teqez dê dawî li vê rewşê bê. Kesên em xistin wan lîsteyan, dê li dadgehan hesab bidin." 
 
'AJI BO AKP CAREKE DIN NEBE ÎKTÎDAR EW Ê BIÇE SER SINDOQÊ' 
 
Hakkin anî ziman ku ew bi KHK'ê ji kar hatiye avêtin û got: "Min garsontî kir, anketorî kir. Ji bo AKP'ya ku min ji kar avêt, dîsa nebe îktîdar ez ê biçim ser sindoqê. Heta qaweta min hebe ez ê li ber xwe bidim. Ez Tirkiyeyeke ku jiyaneke demokratîk pêk bê, kedxwarî çênebe, mirov ji ber nêrînên xwe ji kar neyên avêtin û mirov karibin xwe têr bikin dixwazim."