Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin

  • jin
  • 14:41 16 Tîrmeh 2024
  • |
img
 
STENBOL - H.K.G. a 6 salî ku hate “zewicandin” ji aliyê Kadîr Îsteklî ve hate tecawizkirin. Danişîna doza ku bersûc jinûve jê tên darizandin careke din hate talokirin.
 
Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaxa Yûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî H.K.G. bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re hate “zewicandin” û Îsteklî bi salan destdirêjî li zaroka biçûk kir. Danişîna 3’yemîn a doza bersûc jinûve jê tên darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin.
 
Ji ber hin parêzerên bersûcan hincet nîşandan û nehatin danişînê doz taloqî 23’yê îlonê hate kirin. 
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel a bi navê H.K.G., hêj 6 salî bû ku bi yek ji murîdên weqfê Kadîr Îsteklî yê 29 salî re bi rêya mehra olî hate zewicandin. H.K.G, bi salan rastî desthdirêjiyê hat. Doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê hat lidarxistin û dadgehê di 23’yê cotmeha 2023’yan de li Kadîr Îsteklî 30 sal, li Yûsûf Ziya Gumuşel 20 sal û li dayik Fatima Gumuşel jî 16 sal û 8 meh cezayê hefsê biribû. 
 
Piştî biryarê jî dosya biribûn îstînafê. Dadgeha îstînafê bi daxwaza ku cezayê hatiye birîn bê zêdekirin, biryar betal kiribû.