Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn

  • jin
  • 13:09 10 Tîrmeh 2024
  • |
img
ELIH - Li Mûrat Atilgan ê li Êlihê Tûba Ozel qetil kiribû cezayê muebbeta giran hate birîn. 
 
Kesê bi navê Mûrat Atilgan di sala 2023’yan de li Êlihê Tûba Ozel ku hev berdabûn, qetil kiribû. Danişîna biryarê ya dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hate lidarxistin. Malbata Ozel, parêzer, Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê, faîl Atilgan û parêzerê wî tev li danişînê bûn. Her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl jî weke temaşevan tev li danişînê bûn. 
 
Dozger, xwest ku faîl ji sûcê “Hevjîna xwe biqesdî kuştiye” were cezakirin û rewşa wî ya girtî bidome. Faîl û parêzerên wî jî bi îdiaya “tehrîk kiriye” ceza were daxistin. Parêzerê Tûba Ozel jî xwest faîl ji ber sûcê “Hevjîna xwe bi qesdî kuştiye” were cezakirin. 
 
Piştre jî dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê ji ber sûcê “Hevjîna xwe biqesdî kuştiye” cezayê muebbeta giran da faîl û cezayê wî nehat kêmkirin.